banner113

Hînbûna Kurmancî êdî rehet e!

Xebata ku Çetin Taş, li ser rêziman û rastnivîsa zaravayê Kurmancî amade kiriye, ji nav weşanên Dîwanê derket.

Hînbûna Kurmancî êdî rehet e!

Taş, bi salan e mamostetiya zaravayê Kurmancî dike û saziyên curebecur dersan dide. Li dezgehên wekî Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî, Zanîngeha Artûklûyê û hwd.  dersên li ser hînbûna zimanê Kurdî-zaravayê Kurmancî dane. Çetin Taş, berhema xwe li ser bîst(20) dersan ava kiriye û di dawiya her dersê de jî 20-30 hîndarî ji bo xwendekaran amade kirine. Wekî din jî, mijara rastnivîsê di nav Kurdnivîsan de hê jî mijareke sereke û bingehîn a nîqaşê ye. Lewra, hê jî standardîzîsyoneke ku ji hêla her kesî ve bête qebûlkirin, çênebûye. Loma jî her kes li gorî zanîn, fêmkirin, fikir û biryara xwe ji xwe re rêbazeke rastnivîsê datîne û wê dişopîne. Beriya niha bi çendakî,  Mustafa Aydoğan jî li ser vê mijarê berhemeke bi navê Rêbera Rastnivîsînê amade kiribû. Ji ber van sedeman, Çetin Taş di vê xebata xwe de bi taybetî li ser mijara rastnivîsînê sekiniye û heta jê hatiye hewl daye ku awayê nivîsandina rast yê peyvan destnîşan bike. Helbet bi hîndariyan jî mijara rastnivîsînê dewlemendtir kiriye.

Hem ji hêla metoda hînkirinê ve, hem ji hêla mînakan ve û hem jî ji hêla vegotin û şîrovekirina mijaran ve, Çetin Taş şêweyeke nû ceribandiye. Meriv dikare bêje ku ev xebat, naşibihe xebatên ku hetanî niha li ser ziman derketine.  Ji ber vê yekê jî ji niha ve diyar e ku dê elaqeyeke mezin bibîne. Lewra, di pêvajoya nû de dewleta Tirkiyê, rê li ber perwerdehiya bijartî ya Kurdî vekiriye. Loma jî bi hezaran kesan ji bo mamostetiya dersa bijartî muraceet kirine. Jixwe beriya niha jî li zanîngehan pêşî beşa lîsansa bilind û piştre jî li Zanîngeha Artûklûyê beşa lîsansê ya Ziman û Edebiyata Kurdî vebibû.  Li ser vê bûyerê jî, bi hezarên kesan bala xwe dabû hînbûna Kurdî.

Ev berhema Çetin Taş jî ji ber ku li gorî formata dersdayinê û hînbûnê hatiye amadekirin, dê xwendevanên her beşê jî karibin jê îstîfade bikin.

Nav


Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî

Biha


20,00 TL

Rûpel


296

Nivîskar


 Çetin Taş

 

 

Ji bo têkiliyê

 

Dîwan Kitêb

Zeyrek Mah. İtfaiye Cad.

No: 17/3 Fatih İstanbul

Tel: 0212 5344830

[email protected]

 

Güncelleme Tarihi: 08 Nisan 2013, 00:09
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER