banner113

6. Civîna Komeleya MARÎM-DER'ê ya bi navê “Şêwir û Hevdîtinê”

Komeleya bi navê “Mardin İmam Hatip Lisesi Mezunları Derneği” ango; Xelaskerên Îmam Xetîba Mêrdînê MARÎM-DER’ê civîna xwe ya salane çêkir. Ev civîna 6. ya bi navê “Şêwir û Hevdîtinê” li Mêrdînê pêk hat.

6. Civîna Komeleya MARÎM-DER'ê ya bi navê “Şêwir û Hevdîtinê”
 Komeleya MARÎM-DER'ê civîna xwe ya salane ya bi navê şêwir û hevdîtinê lidarxist.

Komeleya bi navê “Mardin İmam Hatip Lisesi Mezunları Derneği” ango; Xelaskerên Îmam Xetîba Mêrdînê MARÎM-DER’ê civîna xwe ya salane çêkir. Ev civîna 6. ya bi navê “Şêwir û Hevdîtinê” li Mêrdînê pêk hat.

Civîna Salane ya Komeleya MARÎM-DER'ê ya bi navê “Şêwir û Hevdîtinê”

Bername li dîwana/salona konferansa oteleke taybet bi tevlêbûna akademîsyenên mîna Cüneyt GÖKÇE, mamosteyên malnîş Mehmet MAZİ, Ekrem YEL, Serokê saziya tenduristiyê Mehmet DERVİŞ û gelek sorokê saziyên fermî û sivîl hat lidarxistin.  

Akdağ; ez hêvî dikim ku di îmam xetîban de feqe û şagirtên xwedî kesayet were perwerdekirin da em ji pêşerojê ne bê umîd bin!

Serokê Komelê û nûnêrê Ak Partiyê Abdurrehîm AKDAĞ, axaftina vekirinê kir. Akdağ, di vê axaftina xwe de; bi xêr hatin li mêvanên xwe kir û ji bona hatina wan spasiya xwe anî ziman. Akdağ, ji avabûna komarê heta bûyera 28-ê sibatê û dema nuha rol û rewşa îmam xetîba anî ziman û xwest danberû/muqayese were kirin. Her wiha divê em do û îroya jiyana xwe jî bidin ber hev. Akdağ di vê axaftina xwe de mizgîniyek jî da mêvanan. Akdağ got, me îmam xetîbek ku li ser 20 berecotî/donumî, 32 odeyê dersê û cihê razana 300 kesî di xwe de dicivîne li Mêrdînê çêkiriye û mizgîn ev e ku bi izna Xweda dê navê wê îmam xetîbê, îmam xetîba Seîdê Nûrsî be. Li welatê Kurda ev nav gelek manîdare. Belê, ez jî dizanim ku hêja û rewa ew bû kû navê Ustadê gor bihuşt li zanîngehekê bûya, lê mixabin niha ev ji destê me hat. Akdağ bi kurtasî wiha got; ez hêvî dikim ku di timamê Îmam Xetîban de û bi taybetî di vê îmam xetîbê de bi rê û rêbazên Ustad, feqe û şagirtên xwedî kesayet were perwerdekirin da em ji pêşerojê ne bê umîd bin!

Paşê Serokê OHAK-DER’ê M. Burhan Hedbî jî, ji bona axaftinê hate vexwendin ser dikê.

Hedbî got, beriya dest bi axavtina xwe bikim dixwazim dilşadiya xwe ji bo pêkanîna vê civîna pîroz diyar bikim. Li ber we hemiyan spasiyên xwe ji dil pêşkêşî avakir û birêvebirên vê civîna dikim.

Hedbî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa misilmanan û got; ev dem û rewşa xeternag ya ku niha misilman tê de dijîn ne rewşeke rewa ye. Ev yek bi pêşeng û rewşênbîrên misilmanan ve girêdayî ye. Ji ber ku rêber û pêşengên misilaman di nava nakokiyan de ne, yekîtiya omatê jî çênabe. Çimkî dema meriv xwar be siya meriv jî dê xwar be. Gava zana û rêvşenbîrên ometê xawer be…

Bi awayekî din, dema omet xwar be, tê wateya ku zana û rewşenbîrên omatê bixwe xwar in. Ez bawerim em tenê îbareyên kitêban fêrî feqe û şagirtan dikin, ne ruh û giyanên wan. Her wiha em tenê îbareyên wan ayetên di rûpelên mishefan de nivîsîne rê civaka xwe didin, ne ruhê ayetan. Divê em ji bîr ve nekin ku dema Cibrîl peyxam ji Pêxemberê (s.) me re anî, di rûpelan de nenivîsî bû. Divê em bigihêjin wî ruhî. Xelasî û necata ometê di vê têgiştinê de ye. Ji bo vê yekê bi taybetî li erdnîgariya me divê êdî dijberî di nava medrese û îmam xetîbiyan de çênebe û ji bo zana û zanist bi pêşkeve divê bi hev re têbikoşin. Mêvanên dilovan, ev dem û hemî demên we xweş bin, serfirazî û serbilindahî her para we be.

 

04.05.2014

 Kaynak: Ohakder.com //ohakder.com/haber/6-civ-na-komeleya-mar-m-der-ya-bi-nav-s-wir-hevd-tin.html











Güncelleme Tarihi: 04 Mayıs 2014, 23:07
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER