banner113

Hevşaredarên Mêrdînê, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay û Ahmet Türk, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevşaredarên Mêrdînê, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Kirin

Hevşaredaran di daxuyaniya xwe de cih da helbesta ku Celadet Alî Bedirxan di destpêka hejmara yekemîn a Hawarê weşandiye û hemû berhemên ji aliyê mirov û civaka wê hatine afirandin. Disa hevşaredaran di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser giringiya zimanê kurdî û ev tişt anîn ziman: “Neteweyên Yekbûyî tunehesibandina çand û ziman wekî sûcê mirovahiyê û qirkirina çandî dinirxîne. Divê Tirkiye demildest dev ji vê polîtîkayê berde û perwerdeya bi kurdî têxe bin ewlekirina makeqanûnê. Lewre, civaka ku nikaribe bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne, nikare hebûna xwe jî biparêze.’’ Hevşaredaran bang li gel jî kir da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û gotin: “Em jî bi vê wesîleyê dixwazin ku gelê me li hemû qadên jiyanê kurdî biaxive û bixwîne. Her wiha divê hemû rewşenbîr û nivîskarên me jî di vê mijarê de pêşengiyê bikin. Barê herî giran dikeve ser mile dayîkan. Divê dayîk bêtir ji bo ziman bixebitin."

 

Celadet Alî Bedirxan di destpêka hejmara yekemîn a Hawarê de van rêzan nivîsandiye:

                         “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.

                          Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

                          Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

                         Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.

                         Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e.”

Bi boneya  destpêka veşandina Kovara Hawar, em îro wek cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Em bi vê boneyê hemû kedkarên zimanê xwe bibîrtînin û careke din li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn’ê, Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd û Kurdistanê bi dil û can pîroz dikin.

Güncelleme Tarihi: 17 Mayıs 2015, 15:44

derik47

YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER