banner113

Mêvanê Nubiharê ya şaxa Mêrdînê Hemîd Kiliçaslan bû!

Mêvanê Nubiharê ya şaxa Mêrdînê Hemîd Kiliçaslan bû! Siyasetmedar û lêkolîner Hemîd Kiliçaslan Bi sernavê “ÇEND TÊBINÎ LI SER ŞOREŞA LI SÛRIYEYÊ” pêşkêşiyek kir. Ew pêşkêşî li jêr e:

Mêvanê Nubiharê ya şaxa Mêrdînê Hemîd Kiliçaslan bû!

Mêvanê Nubiharê ya şaxa Mêrdînê Hemîd Kiliçaslan bû! 

Siyasetmedar û lêkolîner Hemîd Kiliçaslan Bi sernavê  “ÇEND TÊBINÎ LI SER ŞOREŞA LI SÛRIYEYÊ” pêşkêşiyek kir.

Ew pêşkêşî li jêr e:


 ÇEND TÊBINÎ LI SER ŞOREŞA LI SÛRIYEYÊ

Ji bona em bikaribin sebebên dirêjkirina şoreşa li Sûriyeyê bizanibin, divê em di destpêkê de çend pirsan ji xwe, ji dîroka nêzîk bikin û berfirefbûnên li Sûriyeyê bi tevgera ji Bakurê Efrîqayê heta gihaşte Sûriyeyê bidin ber hev, di ber çavan re derbas bikin da em bibînin ka di vê Bihara Erebî an zivistan, zemherîr yan jî cehennema Erebî de çi cudahî, çi ferq di navbera Tunus, Libya, Misir û Sûriyeyê de hene, da em bizanibin şoreşa li Sûriyeyê çima evqasî dirêj kir.

Gelo pereyên Sûriyeyê ji yê Libyayê bêtirin an jî piştgiriya navneteweyî ya Beşar Esed ji ya Husnî Mubarek zêdetir e?

Di baweriya min de ev her dû sebeb jî rewşê ronî nakin. Divê meriv di destpêkê de ji navê Sûriyeyê here nav pirsê ku dendika fesadiyê bi granî di navê Wê de veşirtî ye, derxîne ortê û bi sebebên jeopolitik ve sebeb û bersiva dirêjkirina Şoreşa li Sûriyeyê bibin.

Sûrî, sûriye suryan, asûriyan...bêjeyên aramî ne. Dema Syks-Piko bi rastkêşan sînorên van dewletên li ser axa ji Osmaniyan hate veqetandin danîn, navên van deveran jî ji dîroka Grekiyan ji Încîlê, ji Tewratê û mîtolojî û dîroka kevnare derxistin. Iraqlion, Syrienn, Palestinien, Jordanien, Îsrael…an jî navê kaniyên nefte wek Q8 bi ingilî KU WAYT, nav li dewletên li gora berjewendiyên parvekirinê hatine damezrandin kirin.…Bêyî îradeya gelên, li deverê li gora xwe, li gora berjewendiyên xwe, nav lê kirin. Em li ser Sûriyeyê rawestin; çima navê Syrien dibe dendika nakokiyan. Suryan, Asûriyan bi taybetî Keldanî Aşûrî hin beşên din yên bi vê têgehê tene naskirin, xwe ereb nabînin, her dema xwe didin naskirin; dibêjin ku ew aramî ne. Di sere navê vê komara bi navê Sûriyeyê de, bêjeya EREBÎ yek jî sebebên tevliheviyê yê mezin e. Ji ber Komara Erebî ya Sûriye, ne bi tene înkara etnîsîteya aramî dike her weha miletên din yên li Sûriyeyê dijîn jî nerehet dike û ne rast e. Li Sûriyeya nuha Ereb, Kurd, Ermenî, Yahudî, Durzî, her weha Suryanî, Aşûrî hene. Ji aliye baweriyên manewî jî Sûriye ne homojen e, Musulman, Xaçparêz, Musewî, Yezîdî û ji hela taîfî-mezhebî de Alewî, Durzî. Şîî, Îsmaîlî. Ehlî haq… hene. Bi gotineke din Dewleta bi navê Sûriye ku bêyî îradeya gel û dijî berjewendiyên miletên li Rojhilata Navîn hatiye avakirin; neqş û gemara Rojhilata Navîn di hundurê xwe de diguvêşi. Eger bê û çember ji ber vê yeke bê hilanîn, dê ev gend û neqş, rengê xwe li derdûdora xwe vede. Yani guherandina Coxrafiyeya Sûriyeyê dê bandora xwe li ser Urdunê, Îraqê, Lubnanê, û Turkiyeyê jî vede û ji aliye mezhebi de dê tesîreke xurt li Îranê jî bike.

Dîmenek ji rewş û têkiliyên Kurdan yên bi Dewleta Suriyeyê re:

Di destpêka salên şêstî (1960) hizr û bîrên nîjadperestiya Erebî li Suriyeyê bi şewata sînemayê ya li Amûdê rûyê xwe xuya kir. Bi kurtî ku meriv binivîsîne; di şerê 67 an yê di navbera Îsraîl û Suriyeyê de, di gel ku Ereban erd bi deste Îsraîl ve berda, lê bi lîrelîrên biserketinê û di şer de pêlewanî û qehremaniya Hafiz Esed (Bavê Beşar ESED) derxistin pêş. Piştî Şer Hafiz kirin serekê erkana leşkerî. Di wan salê ku darbeyên eskerî rojanê li ser coxrafiyaya Rojhilata navîn rû didan, Hafiz jî sala 68an rêvebiriya Suriyeyê girte deste xwe û xwe kire Serekê Komara vê dewleta bêserûber.

Ji bo Serekomariya Hafiz Esed, Destûra Suriyeyê rê nedida. Ji ber divê Serekomar nimêjkar be. Bi gotineke din yekî Alewî, ne nimêjkar li gora destûrê nikaribû Serekomariya Sûriyeyê bikira.

Bi hulleyeke şer’î, müftüye Şamê yê wê deme, li Mizgefta Emewî ya li Şamê, li pêşiya Hafiz Esed û cemaate nimêj kir û fetwe da ku Hafiz Esed nimêjkar e û dikarê bibe serokê komarê. Muftiyê Şamê Keftaro kurd, Omerî û ji Omeriyan jî Kurumî ye. Yekî Kurd bû welî’î nîmetê desthilatdariya Hafiz Esed.

Dema destê Hafiz dar girt, di bin sîbera hizr û bîrên mijadperestiya erebî de berêberê dest avête Kurdan. Wê deme li dora dusedûpêncî hezar (250 00) kurdên ku dema Fransa li Suriyeyê bû, xwedî nasname bûn, nasnameyê wan ji wan stand. Destpêkir Kurdên welatperwer xistin zîndanê û dernexist ber dadgehê, bê darizandin, bi salan bi îşkenceyên ne mirovî di girtigehê de girtî hişt. Dîsa yek ji hizrê nijadperestiya herî xeternak, hizra Mişêl Eflak, Kembera Erebî pêkanî. Seranserî sînorê di navbera Turkiye û Suriyeyê de bi firehiya deh kîlometran, erdê kurdan li erebên xemir belavkir. Erebên xemir tê wateya ‘ew erebên ku warê wan di bin avê de mayî, yên di bin Bendava (seda) Raqqayê de mane’, Ew erebana anîn kirin navbera Kurdên Serxet û Binxetê. Hem erdê Kurdan hate erebîze kirin û hem jî Kurd ji hev hatin veqetandin.

Lîstik û dolavên li Kurdên Rojavayî Kurdistanê her berdewam kir; di salên 1980 yî de, gelek Kurdên welatperwer, xwende, bîrbir ku pirrên wan ne hevalên rêxistinan bûn, partî û hêzên heyî li gora xwe kêm didîtin, ji nîvê salê heyştêyî pê ve çavên xwe ji wan re girt ku herin nav şerên çekdarî . Ew mejî û hêjayiyên ku di pêşeroja Kurdistana Rojava de dê bibana hêvîyek, hatin tirpankirin. Di salên 1990 de xort, zana bîrbir û yên mayî, pirrê caran bi rêya tevgerên hayê dewleta ji wan heyî, mülk û malen wan bi wan dane firotin û rêya çuyina derveyî welêt ji wan re xweş kir. Bi hezaran kes ji Kurdistana Rojava der-xistin derve. Dewletê xwest bi vî awayî welêt vala bike. Lê Kurdan dîsa dev ji axa bav û kalan bernedan. Di destpêka salên 2000 de bi mersûm-tamîm- bîryarnameya bi jimara 49 an ku kirrîn-firotina mulkan û avakirina xanumanan qedexe kirin an bi ruxseta pênc beşên muxaberata ve girêdan, ji hela aborî de pişta Kurdan şkenandin; textfroş bizmar, hesîn, çîmentofroşan alavên avayiyê nema karîbûn bifiroşin. Xwêdanê jî nema pere kir. Ji ber kar rawestiya, xelk birçî man, yên ku kirêya barkirina mala xwe peyda kir, ji Kurdistanê barkir. Li Şamê li bajarên mezin tarên zorava hatin avakirin. Kurd bûne wek nokên li ser keviran birjin, li her aliyî belav bûn.

Di dawiya salên 1990 î de, piştî gefên leşkerîya Turkiyeyê, bi navê Lihevhatina Edeneyê, navbera her du dewletan Turkiye û Suriyeyê xweş bû, Suriyeyê piştî vê lihevhatina terka hevalbendê xwe kir û bi dewleta Tirk re pirsen xwe daxistin asta sifirê. Suriyeyê piştî derxistina Ocalan hersal destpêkir hevalbendên xwe yê bere, qefle bi qefle da destê Turkiyeyê. Îro di zîndanên Edeneyê û hinên din de, li dora 180 hevalbendên PKK ku Suriyeyê teslîmî Turkiyeyê kiriye û bi cezayên zîndankirina heta heyî (muebbed) di zindanê de ne.

Bi kurtî; desthilatdariya li Suriyeyê bi taybetî desthilatdariya Ba’s ya nîjaperestiya erebî, tu qul di pirê de nehiştiye ku bi kurdan re bikaribi li rûyê hev binerin û li hev bikin.

Miletê Kurd di Şoreşa li Sûriyeyê de.

Miletê li Sûriyeyê di dema destpêka şoreşê de bi şêweyeke aştiyanê- demokratik li dijî rejîmê tevgeriya. Rejîmê bersiv bi gulebaran li hest û helwesta xelkê vegerand. Miletê li Sûriyeyê bi tevayî ji bo azadiya xwe û rûmeta demokrasiyê qelenekî gran da û dide. Ji ber vê yekê bi tevayî hêvî ew e ku ev hest û helwesta gel li Cenevre2 bersiveke erênî werbigirta, hovîtiya rejîmê û tevgera gel ya daxwaza azadî û demokrasiye tevlihev nebaya, rê li ber nêçîrvanên ji mij û moranê îstîfade dikin, sûd werdigirin, bıhata girtin.

Miletê Kurd ji destpêka şoraşa li Sûriyeyê de, bi miletê li Sûriyeyê re li gel şoreşê rawestiyan û dijî rejima Sûriyeyê helwest wergirtin. Bi şêweyê aştiyanê û demokratik tevgeriya. Bi dehê sala ye, di cıvata gelên li Sûriyeyê de yê herî pirr zerar dîtî Miletê Kurd e. Kurd bê helwest neman, lê gavên xwe ji ber metirsiyên deme berê bi semt diavêt û li hevkirî tevdigeriya. Lê me kurdan du qata zerar dît; yek zerara bi tevayî ya ku miletê li Sûriyeyê dibînî ya duduyan bi taybetî wek Miletê Kurd zerar û ziyana digihêji me ye.

Di destpêka şoreşa li Sûriyeyê de, hemî rêxistinên Kurdan li hev rûniştin û lihevkirn  ku piştgiriya rejîmê nekin. Rejîmê şand pê tevgera Kurdî, lê tu kes ji rêxistinên Kurdan neçûn bi rejîmê re rûneniştin. Belê dema Hewlêrê şand pey wan bersiva erênî dan û çûne Hewlêrê. Desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê bi helwesteke dûrbînî, ji hêzên Rojavayê Kurdistanê xwest ku xwe bidin serhev da di rojên gran yên li pêşiya wan de bikaribin bersiva pêdivî û pêwîstiyan bidin. Eniya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyeyê ENKS ava bû. ENKS xwe didît ku beşek ji Şoreşa li Sûriyeyê ye û ji bo herifandina rejîmê xwe amade dikir. Berê Kurd wek cudahiyekê nedihatin qebûl kirin. Belê ENKS wek nûnerê Kurdên Suriyeyê danustandinên xwe bi opozisyona Suriyeyê re danîn û di nav muxalefeta Suriyeyê de hatin qebûl kirin. Bi vê yeke Kurdan pêngaveke bilindtir di nav opozisyona Suriyeyê de bidestxistin.

Di destpêkê de PYD ê jî xwe da ber, hate rayê, lê di pey re xwe jê vekişand, PYD ma li halê xwe. Dema PYDê  di nav ENKS de kar nekir û Encumena xwe Eniya Gel ya Rojava avakir. Her du encümen ketin qirika hev. Wê deme Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, ji bo nakokî di navbera hêzên Rojava de nemîne. bangî hemî aliyan kir, li Hewlêra Payitext ew anîn ba hev û ji her aliyekî pênc kes, pênc kes desteya Bilind hate avakirin. PYD piştî vegeriyan ji wan xalê ku li ser hatibû lihevkirin yek bi tene jî bi cîh neanî, bi ser de dev avêt Başûr jî û dest bi propoxandeya ku ji derveyî wê herkes gunehkar in kir. Desteya Bilind ji bo paraztina berjewendiyên xwe û nuxumandina gunehan kirin mertalek. Rêvebiriya xweserî rewş bêtir aloz kir, tevlihevî zêdetir kir. Herdu encumenan çend rûniştin bi hevre kirin û danustandin bi kêmneteyên li Rojavayê Kurdistanê re hate danîn dema erd giran bû da ku bikaribin bi hevre kar bikin.

PYDê ji nişka ve da çivan, bangî kêmneteweyên ji derveyî yên li ser li hevkirî, bangî yên wan hilbijart kirin, bi sere xwe tevgeriyan. Gotin ku divê ew hevalbendên xwe hilbijêrin. Her weha gotin ku ew nikarin li bendî tu kesî rawestin.

Çuyina Kurdan ya xwehunandina bi opozisyona Suriyeyê re xaleke gring ya Desteya Bilind bû. Piştî Desteya Bilind aktîv nebû û bi tene wek destgehekî paqijkirina nerastiyên PYDyê ma, Kurd, li xwehunandina di nav opozisyonê de germtir bûn û têkiliyên xwe hunandin. Ji xwe xaleke girîng ya Desteya Bilind jî ev bû ku  divê Kurd têkiliyên xwe bi opozisyonê re bihûnin. Ji ber hizr û bîr ew bû ku mesîrê Kurdan bi mesîrê gelê li Suriyeyê ve girêdayi ye. Ev dîtina hevbeş bû. Û bi vê ve girêdayi Kurd xwe dibinin ku beşek ji Şoreşa Suriyeyê ne.

Dîmeneke guhertî

Di vê zemherîra erebî de, dizaynkirina Rojhilata Navîn ya nû di rojevê de ye û endazyarên şer ne din av şer de ne. dema alternatîfa Beşar Esed were meydanê dê ev balon zû bayê xwe berde û rûpeleke nuh di Rojhilata Navîn de bibe qada polîtîk.

Dewlet Iraq we Şam el  Îslamiye DAIŞ ev gruba bi navê musulmanan ji Iraqê qaşo alîkariya cêşa Azad ya Sûriyê li rejîmê dixin, xwe tev li kesekî nakin. Di destpêkê de El Nasra wek alternatîfa musulmanan dihate dîtin. Di pey re Zewahirî Daiş wek alternatîfa musulmanan da pêş, lê bele Daiş bersiva Zewahirî da û got ku ew kare xwe zanin. Îro wek pêşiyê me gotine: ‘Şerê çûkan li ser garisê me ye’, şerê her du hêzan bêhna şerekî lihevkirî jê te, li ser axa kurda ye. bi rê û rêbazên xwe, her du hêz jî li hemberî rejime wek du rêxistinên terore tevdigerin, bi gelek kiryarê xwe yên ku ji hev nayê derxistin ku ka deste kê di bêrîka kê de ye, zemîna ku desthilatdariya li Suriyeyê li dijî Terorîstan mafdar e, xweş dikin.

Cenewre2

Konferansa ku Neteweyên Yekbuyi lidarxıst, li Cenevreyê civıya, ne bi tene ji bo Sûriyeyê, herweha ji bo derûdora Sûriyeyê jî gelekî girîng bü.

Ji projeya Syks-Piko heta nuha konferansek, civîneke weha li ser mustaqbelê Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser Sûriyeyê pêk nehatiye. Di praktîkê de xuya kir ku ew nexşeya encama projeya Syks-Piko ne li gora berjewendiyên gelen Rojhilata Navîn e. Şoreşa li Sûriyeyê bandora xwe li ser tevaya derdora Sûriyeyê datînî. Ev Konferans dê bi encama xwe, bandorê li ser pêşeroja Sûriyeyê û her weha li ser Rojhilata Navîn jî danibaya. Konferansa Cenevre2 dergehê devjengiya li ser çavsoriyê vekir. Armanca serete di bin kirasê desthilatdarî û hêzên dijberî rejime bes êdî gel neêşînin û êş û azara heyî rojek beriya rojekê bê rawestandin, bi dawî were, dê hate birêvebirin.

Di vir de hêzên Kurdî –Kurdistanî ger ya xwe kiribana yek, deng û rengên xwe bihevxistibana û li ser berjewendiyên neteweyî li hev bikira, dikarîbûn Konferansa Cenevre2 bikirana pêngaveke navneteweyîbûna pirsa kurdî ya li Sûriyeyê ku pirseke bingehîn ya Şoreşa li Sûriyeyê ye. Di pêvajoya piştî Civîna Cenevre2 de komisyon û komîteyê çareserîyê dê bihêne avakirin de, Pirsa Kurdî ya li Rojavayî Kurdistanê dikare bibe derfet û sedemên navneteweyîbûna pirsa Kurd û Kurdistanî ya bi tevayî jî.

Miletê li Sûriyeyê di dema destpêka şoreşê de bi şêweyeke aştiyanê- demokratik li dijî rejîmê tevgeriya. Rejîmê bersiv bi gulebaran li hest û helwesta xelkê vegerand. Miletê li Sûriyeyê bi tevayî ji bo azadiya xwe û rûmeta demokrasiyê qelenekî gran da û dide. Ji ber vê yekê bi tevayî hêvî ew e ku ev hest û helwesta gel li Cenevre2 bersiveke erênî werbigire, hovîtiya rejîmê û tevgera gel ya daxwaza azadî û demokrasiye tevlihev neke, rê li ber nêçîrvanên ji mij û moranê îstîfade dikin, sûd werdigirin, bê girtin.

Îro bi dil an bê dilî me be, kurd bûne du tîş, du alî û xuya ye ku dê di demeke nêzîk de jî lihev nekin.

1-Encumena Gel ya Rojava (ya ser bi PYD)

2-Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (hemû partî, hêz û rêxistinên Rojavayî Kurdistanê)

Têkoşerê gorbuhişt Osman Sebrî digot: Meriv nane kê bixwe, li defa wî dixe.

Encumena Gel ya Rojava bi kê re kar dike; bi desteya Hevrêz, opozisyona hundurû ku bêtir nêzîkî rejîmê ne. Ev du sal in li Şamê rûniştine û dibêjin em li dijî rejîmê ne.

ENKS Eniya Niştîmanî ya Kurdên Sûriyeyê, bi opozisyona ji derve re ye. Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên Şoreşger ku ofîsa wan ya navendî li Stembolê ye û derfetên beşdarîya hundurê welêt ji wan re tune ye.

Hin hizr û têbiniyên çareseriyê:

Ji bo me Kurdan jî ya herî girîng rojek beriya rojekê dawî lê hatina vê nizama çewt ya nîjadperest e. Divê Kurd bi gelên li Sûriyeyê re, ji bo rejîmeke demokrat, federal, li ser bingehê wekhev xwedîmafbûnê ku pêşeroja Kurd û Kurdistanê nexîne bin îpotekên sîyasî têbikoşe.

Berjewendiyên Kurdan, bi gelên cîran re li ser bingehên wekhev xwedîmafbûnê, bidestxistina desthilatdariya li ser axa ye û ev maf êdî sînoran nasnake, roj bi roj bi pêş dikeve, lê lîstik û çavsorî jî li gora vê yeke her zede dibin.

Berxwedana Qamişlo ya 12 Adara 2004an gelekî balkêş e. Ew provakasyona piştî desthilatdariya Kurdan li Başûrê Kurdistanê ku rengekî navneteweyî wergirt, nijadperestiya ‘Erebên şoven li hemberî neteweya Kurd dranê xwe tujtir kir. Bi çimayên hêç û pûç, lîstika gogê kirin bahane, bi amadeyi, bi hoyê tolhildana Felluce û deverên li Iraqê ku Xwedêgiravî nehaqî li ‘Ereban hatiye kirin, êrîşên dijwar anîn ser kurdan. Li Hemberî êrîşên hovanê, di gel gelek kuştî û brîndaran Kurdan liberxwedan, desthilanîn. Bi helwesteke bi hestên neteweyî dagirtî, Kurd wek milet tevgeriyan û denge xweş derxistin. Pirejinekê kurd, kalemêrekî, xort, jin, mêr wek kurd helwest wergirtin,. Vê hevgirtin û helwesta kurdan tirs xiste dile nijadperestan û her weha  erebên bi piştgirî û rêbaza Ba’siyan li ser axa kurdan, li Kurdistanê bi cîh bibûn haziriya xwe û rabûnê jî kirin.

Îro derman dîsa bi helwesteke Neteweyî hevdugirtina Kurda ye, bihevxistina deng û rengê Kurdan îro ji her deme bêtir xwe dide pêş. Her bi vê yeke ve girêdayî; rakirina ‘Erebên xemîr ji ser axa kurdan, ji Kurdistanê kilîta biserketina Kurda ye û rêya bidesxistina mafê xwe yê neteweyî ya rewa fireh û xweş dike. Berovajiyê vê helwestê berjewendiyên kurdan dike bin metirsiyan û her weha rêya cibîcîhkirina plan û projeyên dijminê nijada kurdan xurt dike. Serpêhatiya rizgarkirina Kerkuk û Mûsilê li ber çava ye. dîrok xeletiyan efû nake.

Ta ku Kurd mafên xwe yên neteweyî demokratik û sîyasî bi destnexîne, ne li Kurdistanê, li welatên Kurdistan bi ber wan ketiyî û ne jî li Rojhilata navîn aştî aramî demokrasi pêk nayê.

20 02 2014 Mêrdîn                                                     
Hemîd Smaîlaxa (Kilincaslan)

 

www.haberevet.com

Güncelleme Tarihi: 21 Şubat 2014, 23:51
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER