Li Ser Wêjeya Kurmancî Ya Nûjen Çend Nîşe

Bi kurtayî em dikarin di çend xalan de helbesta kurmancî ya nûjen binirxînin û xusûsiyêtên wê wiha dest nîşan bikin:
Ji ber ku piştî Şoreşa Fransayê agirê netewetiyê rabû, pêtên vî agirî, di serê sedsala XXan de sîrayetî nav erda Împeratoriya Osmanî jî kir û gelên ku di bin baskên wê de dijiyan jî xwestin azadiya xwe bi dest xin û dewletên xwe ava bikin. Li cihê ku kurd lê dijiyan jî ev agir tîn da dilê wan û wan jî xwest ji bo azadiya welatê xwe di ber xwe de bidin. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurda jî ji bo ber bi azadiyê ve bimeşin rêxistin û komeleyên siyasî û çandî ava kirin û tê de cih girtin. Piştî van xebatan, gelek rojname û kovar derxistin û di helbest, çîrok û pexşanên xwe de hêdî hêdî têgehên wek azadî, welat, welatparêzî û serxwebûnê bi kar anîn û ev têgeh û îmgeyên hevpar bûn hevîrtirşê naveroka edebiyata kurmancî-bi gelemperî ya kurdî- ya nûjen. Di nava van cureyên edebiyatê de ji aliyên bikaranîn û firehbûnê jî helbestê serî dikşand.
 Her çiqas ji aliyê dirûvê ve bi xetên qalind ji helbesta klasik cihê nebûbe jî ji aliyê naverokê ve cudahiya wê derketiye pêş. Lewre helbesta klasik li ser têgehên olî sekiniye, eşqa Xwedê ji xwe re kiriye mijar. Meriv dikare bibêje ku nakokiya kurda jî xwe ji vê derê xwedî kir û ev rewş xwe di helbestan de jî da der. 
Piştî Şoreşa Fransayê mijar û armanc hatiye guhertin, netewîtî derketiye pêş, lê di kurdan de gelek şêx, mele, axa û beg derbasbûneke bi vî rengî nekirine û li gorî rewşa dinyayê xwe adapte nekirine. Wek şêx, axa, mela û beg, gelek kes li ser fikr û ramanên Heyama Navîn ya berî şoreşa Fransayê mane û li dijî aliyê ku azadî û serxwebûna gel dixwazin, sekinîne. Ji ber vê sekna wan ya li dijî guherandinê, ji aliyê serdestan ve hatiye îstîsmarkirin. Piştî vê rewşê gelê kurd bûne du beş ku heta niha jî bi vî rengî berdewam kiriye. Meriv dikare veya nexweşiya kurda ya kronîk dest nîşan bike. Yên ku azadiya gelê kurd dixwazin û yên dijî wê derdikevin. Ev rewş jî di helbesta kurdî ya nûjen de pir bû mijar û ev kesanan ên ku bi feraseteke umetî tev digeriyan û azadiya gel bi berjewendiyên xwe yî takekesî dan, bi zimanekî tund hatin rexnekirin û tawanbarkirin. Ev rewş sîrayetî çîrok û helbestan jî kir. Ev nakokî û nexweşî hîna jî di nava kurdan de heye, lê îro bi gelemperî dibe mijara siyasetê û di jiyana civakê de xuya dike, lê nabe mijara helbesta postmodern.
Heger mînakên helbesta klasîk şaxên xwe bera nav erda sedsala XXî dabe jî helbesta kurdî ya nûjen bi destpêkirina vê sedsalê dest pê dike. Di serê sedsala bîstî û berdewama wê de, jiholêrakirina medreseyan û guherîna nerîna li dinyayê, helbestvanên ku bi şêwe û naveroka helbesta klasîk jî dinivîsinin kêm dibin û ber bi xelasbûnê ve diherin. Helbesta klasîk berê xwe dide rabirdûyê, xwe ji jiyana pêxember û sehabeyên wî, ji Qur’an û hedîsên pêxember  xwedî kiriye û teslimiyet û aramiyê di xwe de dihewîne, lê helbesta nûjen berê xwe dide pêşerojê, texeyulek û berxwedanekê di xwe de dihewîne û bêhêvitiya pêşerojê di xwe de dihewîne.  Helbesta nûjen bi heviya înşakirina gel û feraseteke nû tev geriyaye.   Helbesta klasîk bi gelemperî pişta xwe dide eşqê û maneviyatê û xwe ji wê xwedî dike, lê ya nûjen berê xwe dide aqil, zanist û perwerdehiyê. Di helbesta Koyî de ev xweseriyanan derdikevin pêş û di helbestên ku li dû wî jî tên de xuya dike.
Di helbesta klasîk de helbestvan û hunermend xwe bi dawa mîr û qral û padîşahan ve girtine, ji wan re şelahî kirine, pesnê wan dane û egoya wan î şexsî nepixandine. Yanî edebiyat û huner di bin baskê siyaset û dewletê de bû, bi serdestan re li hev bû. Berevajî vêya edebiyat û helbesta nûjen li dijî dewlet, desthilatdar, mîr, axa, beg û melan li cem gel sekiniye û xwestine ku gel ji nav lepên wan xelas bikin. Ji ber vê edebiyata kurdî ya nûjen dijber û berxwedêr e.
Meriv dikare gotina Vîctor Hugo ji helbestvanên nûjen re bike referans, lewre Hugo wiha gotiye:’’ Ger bivê ez ê ji bo evîna xwe jiyana xwe feda bikim, lê ku bivê ji bo azadiya xwe ez ê evîna xwe jî feda bikim.’’ Azadiya ku Hûgo bahs dike li cem helbestvan û rewşenbîrên kurdan yên edebiayat nûjen dibe ezadiya welat.Yekî ku welatê wî bindest be ew jî bindest e, lewre azadîbûna wî ya takekes bêwate ye. Bi gelemperî tu dibêjî qey Vîctor Hugo ev peyv ji bo helbestvanên kurd yên edebiyata nûjen a zaravayê kurmancî nivîsiye. Helbestvanên nûjen yên kovarên wek Rojî Kurd, Jîn û Hawarê. Ji bo eşka welat evîna xwe yî takekes, jiyana xwe, mal û milkê xwe, malbata xwe ji çav derxistine û temenê xwe feda kirine. Jiyana Celadet Alî Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Îhsan Nûrî û hwd. bi vî rengî ye. Wek ku jiyane, nivîsandine jî. Helbestên wan awêneya jiyana wan bixwe ye.
Di edebiyata klasîk de huner û edebiyat ji bo zumreya alîm û mîran bû. Ji ber ku ne ji bo gel dihate nivîsandin, ne hewce bû ku gel jê fehm bike, ji ber vê jî zimanê wê pir giran bû. Li aliyekî din jî ji ber ku helbesta klasîk ne wek helbesta nûjen welatparêz bû, gelek peyvên zimanên biyanî yên wek bi erebî, farisî û tirkî jî di xwe de dihewand. Lê ji ber ku helbesta nûjen ji bo gel, hişyarbûna welatparêziya gel dihate nivîsandin, hew peyvên kurmanciya ku gel pê diaxivîn di xwe de dihewand. Ev rewş jî li gorî şert û mercên demê derketibû holê. Ji bo azadiyeke neteweyî mecbur e ku bi gel re pêk were. Ji ber vê divê tu hîtabî gel bikî, bi zimanê wan hunerê çê bikî. Pirsgirek li ser nexwendin, nezanîna gel de disikke. Helbestvan û rewşenbîrên nûjen xwe mecbur dîtina ku îradeya gel şiyar bikin û têxin dewrê. Perwerdekirina gel ji xwe re kirine derd û ji ber vê armancê berhemên wan tijî şîret in. Hecî Qadirê Koyî li ser zanistê, fenê û fikr û ramanên Ewrûpa sekiniye. Li cem Koyî zanist azadî ye, azadî zanist e. Ji ber nîqaşeke bi vî rengî ji wê çaxê destpêkiriye û hetta îro berdewam kiriye. Koyî helbestên xwe de girîngiya zanistê nîşan kiriye, di kovara Rojî Kurd de M. Salih Bedirxan gotiye qelem û xwendin, di kovara  Jînê de E. Rehmiyê Heqarî û di kovara Hawarê de jî bi vî rengî Celadet ji şûr û şer bêtir berxwedaneke bi qelem û xwendinê pêşniyar kirine. Ger gelê kurd azad bûya û xwediyê dewleteke ser bi xwe bûya wê edebiyat û helbesta kurdan jî, îro di reng û dengê edebiyata dinyê de bûya.
 
Evdal Baqî

YORUM EKLE
YORUMLAR
reşit gultekin
reşit gultekin - 5 yıl Önce

nivîsek pir xweş bû.

Esma Halil
Esma Halil - 3 ay Önce

Çok güzeldi ♥