banner113

Ji Behra Berxwedanê Dilopek

Ji Sokrates bigire heta Sapho, Ovîdîûs, Voltaîre, Bertold Brecht, Franz Kafka, James Joyce, , Samûel Beckett, Vladimir Nabokov, Celadet Elî Bedirxan, Nazim Hîkmet, Sabahattîn Alî, Yılmaz Guney, Mehmet Uzun û ji dîroka dinyê û ya Kurdistanê bêhejmar gelek kesên din bi kesayetên xwe yî dijber û rûhen xwe yî berxwedêr li dijî desthilatdarî û pergalên ku insanan di nav diranên xwe de dieciqînin derketine û bedelên giran dane. Ji roja ku em navên wan dibihîzin heta niha huner-wêje û siyaset-desthilatdarî dijî hev in û bi hev re di pozberiyeke mezin de ne. Lewre çawa ku gelek desthilatdar, keye, mîr, padîşah, serleşker bi şiyarkirin û rêdana rewşenbîran xwîn wenda kiribin jî, gelek rewşenbîr û hunermend jî bi biryara desthilatdaran hatine girtin, sirgûnkirin û kuştin. Li dinyê li gelek civakên şaristaniyên pêşketî de huner û edebiyat heta radeyekê azadiya xwe bi dest xistibin jî, lê mixabin ser taliyê rişma civakê di destê desthilatdariyê de ye, li ser vê huner û edebiyat jî di bin siya siyasetê de ye. Li gelek deverên dinyê tixûbên hunermend û wêjekaran, bi destên desthilatdaran bi xetên sor tê dest nîşan kirin. Ev cih û warên wiha jî ji aliyên mirovahiyê, şaristaniyê, çand û hunerê ve gelekî şûnd mane. Lewre li cihên wiha kefa kapîtalîzma bêîman bi ser her tiştî dikeve, newekhevî û neheqî pir dibe. Çawa ku divê siyaset di bin baskê hunerê de be, divê siyasetmedar jî di bin baskên hunermend de be. Em nabêjin bila hunermend û wêjekar welat îdare bikin û emir di destên wan de be, lê divê civak ji siyasetmedar bêtir li hunermend guhdar bikira, bi ya wan bikira, qedr û qîmetê wan pirtir bûya û di civakê de ji wan bêtir cih bigirtana. Ji birçîna bimirin jî hunermend û rewşenbîrên heqîqî divê şelahiyan ji serdestan re nekin, ji desthilatdariyê re yaxê neşewitînin û navê hunermend û edebiyatnasan xera nekin. Li vir peyva Albert Camûsî- Dema ku însan birçî dibin, dikarin baweriyên xwe jî bixwin- tê bîra me, lê ev peyv ji bo rewşenbîr û hunermendan ne derbasdar e. Dema ku hunermend hat û pesinname ji serdestan re rêz kirin, êdî ew ne hunermend e, parsek û leşkerê siyasetmedar e. Mixabin îro yên wiha wek axê pir in û di civakê de wek rewşenbîr tên naskirin û qîmet dibînin. Hunermend û rewşenbîr ên heqîqî li dijî zordar û tîranan, li cem gel û mezlûman disekinin û her tim berjewendiyên gel diparêzên û serdestan aciz dikin û serê wan diêşînin, qirêj û biçûkiya wan derdixin holê. Ji ber vê di her qirnê de hunermend û rewşenbîrên heqîqî hatine girtin, sirgûnkirin û daleqandin. Sokrates ji bo vê rewşê mînakeke bêhempa ye. Sokrates ji ser rastiya xwe venegeriyaye, qerf û henekên xwe bi desthilatdar û dewlemendên bajêr kiriye, li ber wan serê xwe daneniye. Ji bo Atînayê, ji serdestên xwe re wiha gotiye: ‘’Dewleta Atînayê bergîrekî bêkêr e, ez jî mêşek im, ji bo ku Atînayê aciz bikim û şiyar bikim, hatime şandin’’
Di helbesta klasîk de helbestvan û hunermend xwe bi dawa mîr û qral û padîşahan ve digirtin, ji wan re şelahî dikirin, pesnê wan didan û egoya wan a şexsî dinepixandin. Yanî edebiyat û huner di bin baskê siyaset û desthilatdaran de bûn, bi serdestan re li hev bûn. Berevajî vê edebiyata kurdî ya nûjen li dijî dewlet, desthilatdar, mîr, axa, beg, şêx û melan li cem gel sekiniye û xwestiye gel ji nav lepên wan xelas bike. Ji ber vê edebiyata kurdî ya nûjen dijber, şoreşger û berxwedêr e. Meriv dikare bibêje, aforîzmeya Vîctor Hugo wek kirasekî li ruhê edebiyatnasên kurdî yên nûjen kiriye. Vîctor Hugo wiha gotiye: ’’Ger bivê, ez ê ji bo evîna xwe jiyana xwe feda bikim; lê ku bivê ji bo azadiya xwe ez ê evîna xwe jî feda bikim.’’ Azadiya welat azadiya mirov e. Jixwe yekî ku dewleta wî , neteweyê wî ne azad be, ew jî bi serê xwe ne azad e. Yekî ku welatê wî bindest be ew jî bindest e, lewre azadbûna wî ya şexsî jî bê wate ye. Bi gelemperî tu dibêjî qey Vîctor Hugo ev peyv ji bo helbestvanên kurd yên edebiyata nûjen nivîsiye. Ji bo evîn û azadiya welat, ji bo azadiya xwe, bi rasityê ji bo azadiyê, ji bo xelasbûna ji bindestbûnê, evîna xwe yî takekes, jiyanên xwe, mal û milkên xwe, malbatên xwe ji çav derxistine û feda kirine.
 
 EvdirehîmêHekkarî di piyesa xwe ya bi navê Memê Alan de(kovara Jînê, 1918) behsa hêzên xaçperestan ên ku erişî Qudsê dikin, bi lêv kiriye. Wê demê jî fermandarê muslumanan kurdên navdar Selaheddînê Eyyûbî ye. Di piyesê de tê fêhmkirin ku mîrê Hekkariyê ji bo alîkariya Selaheddînê Eyyûbî bikin û welat biparêzin bang gelê kurd dike. Memo jî dixwaze here alîkariya wî û tekeve şer. Sedema biryardayîna xwe Memo wiha vedibêje: ‘’Ma ez kurmanc nîn im! Ma namûsa her kurdekî namûsa min nîn e? Elbet ez ê biçim. Qiyamet rabit dîsa ez diçim. ‘’ Dema ku destûrê ji diya xwe dixwaze, diya wî wiha bersivê didê yê: ‘’Kurê min, di riya dîn de û di riya welatê xwe de eger ez li te helal nekim, Xwedê jî li min helal nake.’’ Piştî ku diya wî destûrê dide wî, divê were ji xanima xwe jî ku evîndara wî ye û hîna hefteyeke wan bûye zewicîne, destûr û helalîye bixwaze. Memo difikire û bixwe re diaxive. Ji peyvên wî tê fêhmkirin ku li cem wî evîna welat, di ser a her kesî û her tiştî re ye. Memo bi xwe re wiha diaxive: ‘‘ Ez va diçim ba Xezalê … Bûka hefteyekê ye. Ez wê wiha bihêlim di cî da ma însaf e? Lewre evîniya welatî ji hemî evîniyan mezintir e.’’Bêguman divê piyesê de, Evdirehîmê Rehmî di kesayeta Mem de, asta evîniya xwe yî welat ji meriv re aniye ziman. Jixwe Evdirehîm Rehmî ji dewla îslamê têr av vexwariye û zilamekî zana ye. Li ser evîniya welat gelek helbest û pexşan nivîsîne. Ev piyesa wî jî, ku di edebiyata kurdî de yekem piyes e, li ser eviniya welat e. Di vir de hedîseke pêxemberê me em bînin ziman wê baş be, ‘‘ evîna welat parçeyek ji îmana mirov e.’’ Li ser vê hedîsê dema ku ev welat di bin zilmê de û dagirkirî be, wê demê serhildan û berxwedan ferzeke îslamî û însanî ye. Dema ku em bala xwe didine dîroka Kurdistanê yên ku ewil serî rakirine jixwe şêx û kesayetê olî ne, wek Mîr Bedirxan, Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd, Seyyid Riza û hwd. Ji ber ku ev serhildanan ji aliyê serekên êlan ve derketiye û jêderk eşîrên kurdan e, ji ber nakokiyên nav wan yekbûyînek ava nebûye û bi ser neketine. Di wê demê de-sedsala XXan bi temamî-gelek rewşenbîrên kurdan gotina Vîctor Hûgo ya li ser welat ispat kirine û evîna xwe yî şexsî, malbata xwe, temenê xwe û jiyana xwe di riya welat de feda kirine. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan, Kamûran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Îhsan Nûrî û bi hezaran kesên din ên ku em nikarin navên wan bijmêrin, mînakên girîng in.
 
*********************************************************
Ku em li ser rewşa kurdan ya îro binerin û bifikirin gelek tiştên balkêş derdikevin holê. Îro hinek kur d li Rojava ji bo welat bi kujer û munafiqên bêrehm re şer dikin. Ev kurdên ku îro li Kobanê li dijî wahş û hovên DAIŞ’ê şer dikin ji bo dîn, namûs, xîret, rûmet, ax, erd, mal û milkê însanan biparêzin û ji bo mirovahiyê ji hovîtiyê xelas bikin, şer dikin. Her yek ji wan Memoyê piyesa Evdirrehîm Rehmî Hekkarî ye, xwedî rûmet in, mêrxas in, serbilind û serfiraz in. Divê pirika sergoyê Rojhilata Navîn de destana egîdiyê û mirovahiyê dinivisînin. Di navbera salên 1609-1610an de kurdên Rojhilata Kurdistanê yên Keleha Dimdimê di serekiya Emîr Xanê Lepzêrîn de li dijî şahê Îranê Şah Ebbas û leşkerên wî yên pir û zalim destana berxwedanê nivîsandin, îca va îro, piştî çar sed salî ji aliyê kurdên Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê dîsa destaneke berxwedan û mêrxasiyê tê nivîsandin. Lê em hevîdar in û ji Xwedayê rehman û rehîm dixwazin û dûa dikin, ku vê carê zalim bi ser nekevin û komkujiyên hovane nekin. Em hêvîdar in ku mirovahî bi ser keve û hovitî têk here.
 
Evdal Baqî

YORUM EKLE