Ihtîlala Nefsê!

Bi namê Xwedayê ku bi destê qudreta Xwe insan çêkirye. Hemd, spas û pesindarî ji Xweda re be ku gotiye: “Sondbe!Birastî Me zaroyên Adem (ango, însan) kiriye xwediyê rûmetê. 17/70, 80” Bê jimar selat li Mûhemmed mistefa be ku ji vê agahiya pîroz re bûye navgîn û gihandiye me!
Insan li ba Xweda gelekî bi rûmet e! Ji ber ku Xweda ev rûmeta ha daye însan, hin aferîdeyên ku ji wan re tê gotin şeytan xeydîn û muhlet ji Xweda xwestin! Xweda ew muhlet da wan. Ji bo çi muhlet xwestin? Ji bo ku insanan ji Xweda û pîvanên Wî dûr bikin. Wan gotin ku em dê wan aferîdeyên ku Xweda di ser me re girt û bi vî rengî birûmet kir, ji rê û pîvanên Xweda bi dûr bixin. Çimkî Xweda xwest ku ev aferîdena jî digel ferişteyan ji vê rûmetgirtinê re rêz bigrin û temene bikin, lê wan ev yek nepejirandin! “Xweda jê re got: Hey Îblîs! Çi tiştî nehişt ku, tu ji wî kesê ku min ew bi herdu destên xwe afirandiye re herî sicûdê? 38/75” got “Ez, wî ji xwe çêtir nabînim!”
Divê em hay ji xwe hebin û bizanibin ku “(Îblîsî) Got: De ka li vî kesê ku te ew ji min çêtir girtiye binêre! Ez sond dixwim ku, heke heta roja qiyametê, tu muhletê bidî min ji hindikan pêve ez ê kinêsa (zuriyeta) wî gişan ji rê bibim! 17/62Ji ber vê yekê jî divê insan di tevger û têkiliyên xwe de gelekî baldar be!
Xweda got; “Tenê yê ne mutqqîbin dê bi ya te bikin.” Ji ber vê yekê jî divê meriv hay ji teqwayê hebe!
Tişta teqwaya we xurt û bi hêz bike pêk bînin, an na dê nefsa we bi şeytanî re hevalbendiyê bike û dê bi vî rengî ihtîlalê li we çêbike. Heke îmana we ne şiyandar be dê nefsa web i şeytên re li hev bike û we têk bibe. Giringiyê bidin teqwaya ku dê şiyandariya îmana we bihêz bike û li ser linga bihêle.
Divê em li ber Xweda bigerin û lavayê bikin ku me ji dergahê Xwe navêje! Çimkî, Heke Xweda jirêketina we xwestibe, heke ez bixwazim şîretê li we bikim jî, şîreta min dê tu fêde nede we, lewra ew Xwedayê we ye û (paşîkê) hûnê li wî bêne vegerandin. 11/34” “Heke Xwedayê te bixwesta, yê mirovan tevan kiriba yek omet… 11/118, 16/93.”  “(Ya Mûhemmed!) Heke Xwedayê te bixwesta, her kesê ku li ser erdê hene hemin dê tevan bawer bikirana. Naxwe, ma tu li mirovan kotekiyê dikî da ku, bibin bawermend? Bêdestûra Xweda tu kes nikare baweriyê bîne. 10/99-100” Heke Xweda bixwesta dê mirovayî tev li ser rêya rast û bavermend bi afiranda. Çawa ku ew bixwe jî vedibêje: “Ma ew kesên ku bawerî anîne hêjî nizanin ku; heke Xweda xwestiba dê mirovan tevan anîba rêya rast? 13/31
Divê em van nuans û referansên Quranî xweş fêmbikin. Digel van fermanên hayî pîroz, divê em wê rêz û rûmeta Xweda daye me jî xweşik fêmbikin û binirxînin. Divê em bizanibin ku Xweda, ne ji bo ku şeytan ji Xweda re rêz û temene nekir ji dergahê Xwe avêt. Şeytan, ji Xweda re rêz û temene dikir li ji bo ku ew fermana Xweda ya ji bo ku şeytan ji insanan re jî rêz û temene bike bicih nanî ji dergahê Xwe avît.
Digel vê; Xweda hişyarî da me û em agahdar kir. Xweda got: “Gelî zaroyên Adem! Ma me, (bi navgîna pêxemberan) ji we re negotibû: Bi ya şeytên mekin, lewra ew, (ji bo wê rûmet dayinê) ji we re neyarekî eşkere ye? Û ma Me ji we re negotibû: Tenê perestinê min bikin. Lewra ev e, rêya rast û durust? 36/60-61” “Zinhar, bila şeytan we (ji dînê Xweda) venegerîne! Lewra ew, (ji bo wê rûmet dayinê) ji we re neyarekî eşkere ye. 43/62”
Gelî mirovan! Peymana Xweda (ya ku di bara heşr û neşrê û xelat û celatê de daye) heq e. Zinhar bila jiyana cîhanê we nexapîne û bila şeytanê xapînok jî we (bi bêhnferehî û bexşa Xweda) nexapînê! (Gelî mirovan!) Şeytan, (ji bo wê rûmeta ku Min daye we) ji we re neyarekî bêeman e. Naxwe hûn jî, wî ji xwe re neyar qebûl bikin (û li dûv wî nerin). Ew, gazî hevalbendên partiya xwe dike da ku; ew bibin ji ehlên agirê bi pêt. 35/5-6”
Divê insan rûmeta ku Xweda daye wan bizanibe, an na Xweda çi bîne serê wî rewaye! Em ê çawa rûmeta xwe bizanibin û biparêzin?
Ew kesên ku kafir bûne, ji wan re ezabekî dijwar heye, ew kesên ku bawerî anîne û karên qenc kirine jî, ji wan re lêborîn û xelateke mezin (bihişt) heye. 35/7”
Dema me bi ya şeytên nekir û îman anî û karên baş û qenc kir, tê wateya ku me rûmeta xwe girt û parast! Wê gavê ji ber ku dê teqwa serdest be, nefs û şeytan dê nikaribin hevalbendiyê bi hev re bikin û ihtîlalê li we bike! Bi hêviya rûmetgirtinê!
31.07.2013/ @/MBHedbi
 
 
 
 

YORUM EKLE