banner113

Dermanê Kurda

Ev hezar sale em tenê derdê xwe vedibêjin: Bêtifaqî û nakokî. Ma qey ne bese! Ez dixwazim îcar derman vebêjim.

Kesê bixwaze berê hêzên kurd bidin hev, ew ne dostê kurdan e! Divê kurd bizanibin ku ev yek ne li gorî berjewendiyên wan ê neteweyîne û dibe ku bibe sedema bidestxistinên kurdan yê giranbiha ji dest jî herin.

Divê nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û hunermendên kurd, dev ji partîzanî û hevalbendiya xwe ya bîrdozî berdin û di vê babetê de li hêla rast rawestin û rola xwe bileyzin da ku ji belavbûna vê ramana ku hin kes dixwazin berê hêzên kurda bidin hev re, bibin asteng. Ji bona ku ev lîstika li ser çarenivîsa kurda dihête lîstin xirab bibe, divê hemû amûr û navgînî bên bi kar anîn û werin pêşkêş kirin. Divê xwediyê hêzan jî daxwuyaniyan bidin raya giştî. Ya herî girîng jî ev e: Divê çapemeniya kurda jî dev ji hevalbendiya partîzanî berde û li gorî berjewendiyên netewî tevbigere. Divê çapemeniya kurd, ji bo deşîfrekirina wan kesên vê lîstika qêrêj li dar dixin, dev ji hevalbendî û parastina bîrdozî berdin û bibin yek.

Îroj ne roja em rûreşiyan ji hev re çêkin û hevûdu bi îxanetê gunahbar bikin. Heta em li hev nekin û nakokiyên xwe li hev neguncînin, dê hin kes di bin siya nakokiyên me de tim arîşe û teşqeleyan bînin serê me! Divê her kurdekî welathêz û neteweperwer hay ji vê yekê hebe. Ev xeterekeye mezine. Divê êdî em rojeva xwe diyar bikin. Heta ku serdest rojev û hesasiyetên bindestan diyar bikin, mixabin ê bindest tim bindest bin!

Ez bangî serokê kurda dikim: Ma qey hûn dixwazin dîrok dubare bibe û dîsa zarokên kurda bibêjin “ Dayê bêhna sêva tê!” Ezezî ji kurda re mîna jahrê ye. Bila ev tim di bîra we de be: Dema armanca meriv yek be, yekbûna azîn û awayê tevger û tekoşînê pir ne pêwîste.

Dema mafê neteweyî derket holê divê em dev ji nêrîn û hevalbendiya bîrdozî/ideolojîk berdin û wek netew tevbigerin... Heke timamê rêxistin û saziyên kurd, hirsa xwe ya kesayetî kontrol nekin, dibe ku bikevin bin kontrola hinin ku li dijî berjewendiyên neteweya wan tevdigerin. Ev xal, xaleke gelek berfireh û girînge. Divê ji bona parastina mafê rewa û çarenivîsa neteweyî, em dev ji hesabên biçûk ê rêxistinî û bîrdozî berdin. Rêya welathezî û welatparêziyê ji hev hezkirine. Ey gelê kurd, ji hev hez bikin!

Îroj ne roja şerê birayetî, berberiya navxweyî, dev ji hev berdan û siqêfkirina hev e; roja yekîtî, birayetî, li hev xwedîderketin, hev himbêzkirin û dest dana hev e! Gelî kurda, çi rast û çi çep, çi rojhilat, rojava û çi bakur û başûr divê êdî em li bin fikra neteweperweriyê bibin yek dil û yek dest!

{ MB. Hedbi } 05.08.2014

 

YORUM EKLE