banner113

Jiyan Bûye Gûernîca’ya Pîcasoyî

 
Ku em zanibin wê ji teyrên berateyan re bibin taştê û Ji fîraûnan re bibin firavîn jî, mê dîsa bê tirs û bi gir kevokên sipî yên aşitiyê bera ezmanê sipî bidin. Dibe ku her carê bê jêkirin, destê me yê ku şaxeke zeytûnê tê de ye û bi sebreke mezin dirêjî neyarên xwe dikin. Dema ku we helbestek nivîsand, dibe ku bihna aşitî û azadiyê were ji risteyên wê û ji ber vê dibe ku hûn birizin di nav dîwarên qalind û bê şibake de. Dibe ku hûn bi nenûkên xwe bikolin li ser dîwarên girtîgehê, navê azadiyê û aşitiyê. Dibe ku hûn ji peyvên ku ji were dibêjin ‘’qelem, ji şûr xurtire’’ yeqîn bikin û qelemên xwe bikin şûr û li ser navê azadiyê erişî fîraûn û faşîstan bikin. Dibe ku hûn navê aşitiyê biqîrînin û bikeve dengê we û biwerime qirika we. Dibe ku hûn di bin siya def û zirneyan de bifetisînin dengê borezanên ku bihna qadên şer û xwînê ji wan tên. Û dibe ku hûn qadên şer bikin qadên azadiyê û govenda aşitî û biratiya gelan bigerînin. Lê dîsa jî bêjeyên ku hûn herî baş dizanin ne aşitî, wekhevî, biratî û azadî ye; bêjeyên ku ketiye nava mejiyê we û we ji ber kiriye şer e, kuştin e, xwîn e, bihna barûdê ye.
Aşitî bi hibrê, lê şer bi xwînê tê şanenavkirin. Ji ber ku îro xwîn ji hibrê bêtir tê rijandin, şer bêtir tê şanenavkirin. Li dibistanan, dersên me yî dîrokê bi şeran hatibin dagirkirin jî, me hîna dersa xwe baş nestendiye. Me tîbûna  xwe bi ava çemên me yên ku xwînê sebxa xwe li wan vedaye şikenand. Ji hêsirên dayikan golên xwê ji zarokên wan re mîras man û ji bav û kalikên wan jî goristanên bêsînor û gorên bê nav man. Êdî ne li rûpel, pirtûk û lênûskan, li ser gorîçeyan tê nivîsandin çîrok û destanên egîdên me.  
Hûn çiqas bihnên xweş di xwe bidin jî, wê herî pir bihna barûdê wê ji we re. Hûn çiqasî bi coş bijîn jî wê bihna miriyan ji we were. Hûn çiqas bikenin jî wê girî bibe dagirkerê rûyên we û wê konê şînê xwe li reşika çavên we bigire. Çandeke me yî pir dewlemend heye ku bi şer û têkçûnan fesiliye. Qesr û avahiyên me bi şûna guleyên top û tivingan hatine xemilandin, ji ber vê avahîsaziyeke me yî pir dewlemend heye. Artêşek di hindurê me re derbas bû, bi botên xwe yî qirêj û bi xwîn, ji ber vê kevnargehek e şer e hindurê me. Hûn bi îbret dikarin bimeyzînin koleksiyana bîrînên ku miro(ho)van vekirine di laşên canên me de. Em zarokên ku şîr mêtine ji çiçikên şerekî hezar salî. Em zarokên, ku li Kerbelayê li behrekê digeriyan, lê di dilopeke xwînê de fetisîn.
Êdî hûn dikarin li pirtûkxaneya xwe, li ser serê kitêbên ku dinya neguhertin û ji berê xweştir nekirin e, daleqînin kewaleya  Pablo Pîcasoyî ya navê ‘’ Gûernîca’’ yê. Êdî hûn dikarin li bin wê jî peyva Heredotê ku bavê dîrokeke tijî şer û xwînê ye binivisînin, ku dibêje ‘’ Di aşitiyê de law bavên xwe binaxdikin, lê di şer de jî bav lawên xwe binaxdikin.’’
Êdî di bin erda me yî ku bi xwînê hatiye avdan de, gencîneya herî binirx e, tepînkên ku mîna kulavekî hatine raxistin. Êdî evîndarên romantîk dikarin bi destên hev bigirin û bi kêf bimeşin di bin bombebaranên adaran de.
 
Evdal Baqî

YORUM EKLE