Dı Tertûbelaya Rojhılata Navîn De Gelê Kurd

 
‘’Îro erdnîgariya Rojhilata Navîn jî wek erda Kurdistanê perçe perçe ye. Gelên bindest li ber mirinê, di sêkeratê de ne. Dewletên Emperyalîst yên ku bi ruhê Xaçan tevdigerin, piştî hezar salên din dîsa berê xwe dan bereket û biratiya gelên Rojhilata Navîn û maneviyata  Kurdistanê. Ji bo berjewendiyên xwe yî siyasî û maddî, ji bo ku xwîn û mazota gelên ku di bin tekerên tanqên dîktatorên devbixwîn de dinalin, bimêjin tên. Armanca wan ya duyem jî dînê îslamê biherimînin û biratiya gelên Rojhilata Navîn bikujin. Ji bo vê jî Çeteyên wek DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîde’yê ava dikin û bi rişma wan digirin, tevliheviyê çê dikin, tovên kifrê û fitneye direşînin nava ol, mezheb û baweriyan, destdirêjî pîroziyên gelan dikin. Avakirina dewleta îsraîl, bi destê îngilîz û Neteweyên Yekbûyî (BM),  ne ji bo xêrê bû. Dewleta Îsraîl û çeteyên wek Daîş û El Nûsra’yê tiliyên fitnê ne di hundirê çavê Rojhilata Navîn de. Dewletên Emperyalîst van tilîkan wek kîrê xwe bi kar tînin û destdirêjî nirx û pîroziyên Rojhilata Navîn dikin. Divê gelên Rojhilata Navîn wê tilîkê bişkînin û biavêjin ser sergoyên mêtinkaran. Dewleta Îsraîl, îca, îro kurdan jî dişibîne xwe û qaşo piştgiriyê dide wan. Na, kurd û ew ne wek hev in. Kurd xwediyê vir yên ezelî û ebedî ne. Ji ber ku nijadperest in; ne ereb, ne ecem û ne jî tirk, yên ku wê, vê tilîkê bişkînin jî dîsa kurd in. Ji ber ku berê jî kurdekî wek Selahaddînê Eyyûbî, bi pêşengtî û rêbertiya xwe namûsa gelên Rojhilata navîn xelas kiriye.’’
 
 Îro, pêwistiya gelên Rojhilata Navîn( erdnîgariya îslamê), ne ji yekî wek Hîtlerî yê ku nijadperestên dinyê bi serê wî sûnd dixwin û bera dû qûna wî didin heye; pêwistiya Rojhilata Navîn, îro, teqez, ji yekî wek Selahaddînê Eyyûbî, yê ku dijminê wî jî ji wî re digotin; ‘’ Dijminê me yî herî mêr û bi xîret e’’ heye. Ka yekî wiha heye gelo? Dibe ku ji vê erdnîgariya ku di bin tanqên emperyalîstan de hatiye hêran derkeve gelo? Dibe ku ji nava ereb, ecem û tirkan yên ku bi mêrxasiya xwe pesnên xwe didin û mêraniyê ji kesî re nahêlin û yên ku ala îslamê ya kesk li ba dikin, derkeve gelo? Ji ber ku di rojhilata navîn de, qaşo xwedî dewletên îslamî û serbixwe ne, divê ji wan derkeve. Lê îro, ne gengaz e ku yekî wiha ji nava ereb, ecem û tirkan derkeve. Eger derkeve wê dîsa ji nava kurdan derkeve. Ji ber ku berê jî derketiye û ji ber ku kurd îro di rojhilata navîn de, cihê ku lê dijîn û hukmê wan derbas dibe pergaleke biratiyê dirêsin, raveberiyeke humanist datînin,  ji kijan nijad û olê bin her kesî wek hev qebûl dikin, her kesî ji ber ku însan in wan himbêz dikin û qedr û qîmet didine wan. Lewre ereb, ecem û tirk ji bo qewmên xwe û nijadên xwe biparêzin, îslam, ji xwe re kirine şûr û mertal û xwe pê diparêzin. Ku meriv li rabirdûya wan, li dîroka wan binere bi komkujiyan tijje ye. Musluman yan jî ne musluman li cem wan ferq nake, yê ku ne ji nijadên wan be dikujin, diqeliînin. Lewre îro, ew ji bo selametiya dewleta xwe ola îslamê, hew bi navê wê bikar tînin lê naveroka wê davên ser sergoyan û bi wê tev nagerin. Rewşa îro ya xirab ya ku îslam ketiyê, pêxemberê me di hedîsekê de wiha nîşan kiriye: ‘’ Wê zemanek were, wê hew navê îslamê û sûretê Qur’anê bimîne. Mizgeft wê ji derve li ser lingan xuya bikin, lê ji hundirê xwe, wê dûrî hidayet û rastiyê bin.’’(1)
Heçku ji bo nijadên xwe û berjewendiyên xwe îslameke ji dûrî heqîqeta xwe û dûrî nubûweta pêxemberê me ji wan re lazim e.
Îca em dikarin bi rehetî pirsa xwe bibersivînin: Ji ber ku nijadperest in, ne gengaze ku îro xelaskarekî wek Selahadînî Eyyûbî ji nava ereb, ecem û tirkan derkeve. Ku derketibaya hetta niha divê derketa. Û hêviyeke wiha jî tuneye, lewre ew zarokên xwe yên ku wê sibehê bibin desthilatdar û rêveber, bi jahra nijadperestiyê xwedî dikin. Bêguman wê dîsa ji nava kurdan derkeve. Ji ber ku kurd tu carî nebûna nijadperest û avakirina dewleteke neteweyî di ser jiyana însan û biratiyê re negirtine. Ji ber vê jî pir bi rehetî bi Xwedê û îslamê hatine xapandin.
Di vê xalê de em tên ser pêwendiya îslam û kurdan. Meriv nikare xwe bigire, ji bo ku vê pirsa ku meriv pê dişewite nepirse: Gelo kurd ji ber ku musluman in û dînê îslamê qebûl kirine, îro di vê rewşa xerab de ne, bindest in, di bin zilmê de ne û nikarin bibin dewlet? Ez ji aliye xwe dibêjim, na, ne ji ber îslamê ye ku kurd bê dewlet in. Eger wiha baya divê tu dewletên muslumanan nehatibana avakirin li ser rûyê erde. Ma, di ayetekê de yan jî di hedîsekê de avakirina dewleta kurdan hatiye qedexekirin? Tew ji ber ku dînê wan jî cihê ye, di nava kurdan de kurdên ku herî zilm li wan hatiye kirin, Kurdên Yezîdî ne. Hetta ji aliye kurdên musluman jî gelek zilm li wan hatiye kirin. Na tiştekî wiha tuneye. Ji ber ku kurd nezan bûn, nexwend bûn û îslama heqîqî jî ne’elimîn, serdestan jî li gor kêfa dilê xwe tiştên beradayî  bera serê wan dan û him îhanet bi kurdan re kirin û him jî bi îslamê re. Hetta niha nezanebûn û baweriya kurdan îstîsmar kirin. Sedema nedewletbûna kurdan, teqez ne îslam e. Eger sedemek bi dîn re girêdayî hebe, ew jî ev e: Ereb, ecem û tirk bi îslamê re ne rast in, birayên xwe yî kurd yên musluman û ne musluman dikujin, diqeliînin û îhanetê bi kurd û îslamê re dikin. Hetta înkarkirina ziman û nijadan înkara Qur’anê ye.(Rûm-22, Hucûrat-13) Hazretî Elî gotiye; ‘’ Yê ku li ber zilmê nesekine û deng neke, şeytanê bêziman e.’’ Bedîuzzeman jî wiha gotiye: ‘’Hiştina kifrê kifr e, hiştina zilmê jî zilm e.’’ Ayet û hedîs û gotinên li ser vê mesele, yên alim û zanayên îslamê pir in, ne hewce ye ku meriv gişa rêz bike. Bi kurtayî yekî ku musluman be divê li dijî zilm û neheqiyê derkeve, ne ku zilm, hew li muslumanekî yan jî ne musluman be, ku zilm û ta’de li ajalekî, li gêrîkekê jî bê kirin divê musluman qebûl neke û li dijî wê derkeve. Ev berî kirina mêjê jî tê, berî girtina rojiyê jî tê. Bi kurtayî kurd bi nezaniya xwe hatin xapandin.
 
Alim û zanayên kurdan, sedema nedewletbûna kurdan bi çi girêdane. Divê ewil em bere xwe bidin Zanayên Mezin Ehmedê Xanî, ku wî di salên 1690an’de di berheme xwe yî giranbuha ya bi navê Mem û Zîn’ê de li ser vê pirsa ku her dem ji aliyê her kurdî tê dubarekirin sekiniye û bersivandiye.
 Xanî berê ji xwe pirsiye:
Ez mam di hikmeta Xwedê da
Kurman cdi dewleta dinê da
 
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
 
Dûre ji xwe re û ji kurdan re wiha bersiv daye:
 
Lew pêk ve hemîşe bê tifaq in
Da’îm bi temerrud û şiqaq in
 
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêke ra me bikira me inqiyadek
 
Rom û ereb û ecem temamî
Hemiya ji me ra dikir xulamî
 
 Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet(2)
 
 
Xanî di risteyên jêr de jî;
‘’Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin ji me padişahek’’ gotiye. 
 
Di vir de Xanî, kêmasiya serokekî ku bi zanebûna xwe, bi rêbertiya xwe, bi felsefe û feraseta xwe kurdan bîne ser hev, li dora xwe kom bike û rê û rêbazên serhildan û berxwedanê rê wan bide, tespit kiriye.
 
Li Xanî gelek zana û helbestvaên kurd ji bo xelasbûna kurdan reçeteyên bi vî rengî destnîşan kirine. Di sala 1932’an, di Kovara Hawar’ê de ya ku ji Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin de, W.Cemil Paşa pexşanek nivîsiye û ji apê xwe re wiha dibêje:
 
’’Apo, te carekê di bendekê de wiha gotibû: ‘Kurd, ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê tên daqurtandin. Ku gihane hev dibin lehî, lehiyeke bicoş, tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.(3)
Bi vî rengî teşhîsên pirsgirêka kurda ya ku wan ji azadiyê dûr dixe û dike bindest û koleyên mêtinkaran nîşan dikin. Her ku çiqasî kurd bi ser neketibin jî tu carî ji dev berxwedanê jî bernedane û bawerî û bêriya azadiyê û serxwebûnê di xwîna dile xwe de teze girtine û dev jê bernedane. Dijminên wan çiqasî pir û dijwar bin jî her tim serî rakirine û çiqasî hatibin kuştin jî ji lêgerîn û xwestina azadiyê venegeriyane. Azadî, di kesayeta ruhê kurdekî wek  Bedîuzzaman de xwe daye der û wiha hatiye ziman:
 
 ‘’ Ez bê nan dikarim bijîm, lê bê azadî nikarim bijîm
(4) Mixabin, kurd, têra xwe li azadiyê û rewşenbîrên xwe xwedî dernakevin. Fikr û ramanên ronakbîrên xwe naxwînin û li ser şopa wan nameşin. Ji ber vê tirk ji kurdan bêtir li alimekî we Bedîuzzamanê Kurdî xwedî derdikevin, fikr û ramanên wî yê ku li ser kurd û azadiya kurdan gotiye vedişêrin û diguherînin. Weşanxaneyên wek Envar Neşriyat, Sözler Neşriyat û Yenî Asya Neşriyat gotinên wî yên ku li ser welatparêziya kurdan guherandine û wî ji nasnameya wi ya kurdayetiyê dûr xistine. Weşanxaneya Zehra li ber wan disekine û di ber xwe de dide, lê mixabin kurd li nirxên xwe, li çanda xwe, li dîrok û pêşaroja xwe xwedî dernakevin. Û bi vî awayî ji aliye nijadperestan bi rehetî ji ruhê azadî û ji koka xwe tên qutkirin. Bedîuzzaman wiha dibêje:
 
‘’Ey kurdên şêr, yên ku di zemanê Asûrî û Cihangîrtiya Keyaniyan de pêşengtî kirine, Bes e! Ev pênsed sal in ku hûn radikevin. Êdî rabin ser xwe, bû sibeh.’’(5)
Dîsa ku em werin ser mijara xwe, em dixwazin bi vî rengî girêdin. Êm hêvîdar in ku gelê kurd û serokên wan, rewşenbîr û zanayên wan ji dîrokê, ji paşeroja xwe sûd wergirtine û dost û dijminên xwe baş nas kirine. Ez bawer im ku di nava gelan de herî pir ji kurdan re dîrok tê dubarekirin. M.Akîf Ersoyî wiha dibêje: ‘’Dîrok her tim tekerur dike. Dema ku jê ders bê stendin, jê sûd bê wergirtin dûbare nake, tekerur nake.’’ Divê kurd jî, ji dîrokê derseke baş derxin û bes bibin xulam û qurbana ereb, ecem û tirkan.
 
Wek me got, xelasiya gelên bindest yên Rojhilata Navîn jî wê bi dest û pêşengîtiya kurdan çê bibe. Ji ber ku tu carî jî ixanet bi heqîqeta îslamê re nekirine jî, wê rûyê îslamê jî spî bikin û heqîqeta wê-Ku konferansa îslamê projeyek e resen û gelekî pêwist e, ji aliyê kurdan ve pêk hat- derxin ser rûyê erdê û rê dinyayê bidin. Li ser van tiştan gişa ku kurd bibin yek kesek nikare li ber wan bisekine. Ku berxwedana xwe bi yekîtiyê berdewam bikin, ku rêbertiyeke xurt û humanîst, gelên bindest bi xwe girêdin û enerjiya gelên Rojhilata Navîn-yên ku ji dîktatoran zêde aciz bûne- têxin dewrê, wê şoreşeke siyasî, civakî, aborî û çandî biqewime.
Em hêvîdar in ku wê kurd ji dîroka xwe dersê bistînin û wê dîsa wek ku Selahadînê Eyyûbî kiriye, Rojhilata Navîn ji emparyalîstan xelas bikin û wê mêtinkarên wek îsraîlî, îngilîzî, Emerîkî û segên ber deriyên wan yên wek bi navê DAÎŞ’ê ji Rojhilata navîn biqewirînin û wê Gelê Kurd li ser sahneya dinyê, -ku gelekî dereng mabin jî- rola xwe yî dîrokî bilîzîn û şoreşa kurdan li Rojhilata Navîn pêk bînin.
                                                                                
                                                                                                                             Evdal Baqî
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
1-     Pêxemberê me, Hedîsa Şerîf
2-     Ehmedê Xanî, Mem û Zîn
3-       W. Cemîl Paşazade(1932),Hawar, h. 8, Weşanên Belkî
4-       Bedîuzzeman, Tarîhçeî Hayat, r.459, weşanên Zehrayê
      5-      Bedîuzzeman, Zehra Yayıncılık, İstanbul, 2009, sayfa.188
 
                                                                                                                     

YORUM EKLE