Di Çanda Îslamê de Edalet û Nasname!

ULUSAL

Serokê komeleya "Navenda lêkolînên Stratejîk û parastin û bipêşvebirina Yekîtiya Gelên Rojhilata Navîn" (OHAK-DER) M. Burhan Hedbi di bernameya "Bereketa Paşîvê" de rojev nirxand.


Hedbi, di çarçoveya edalet û çanda îslamê de bûyeren di rojhilata navîn de diqewime nirxand.

Serokê OHAK-DER’ê M. Burhan Hedbi bi kurtasi wiha axivî; “Di çanda îslamê de ne nasîna tu nasnameyê tuneye. Berovaciyê vê; îslam aşîtî û aramiyê di nasîna nasnameya de dibîne.

 Dema em li dewra pîroz ango dewra esrî seadetê dinerin, em dibînin ku Bîlalê Hêbeşî, Suheybê Romî, Cabanê Kurdî tev bi netewên xwe hatine xwendin û wê yekê tu nakokî û alozî bi xwe re naniye. Digel vê yekê, bikarhatina van leqeb û wesfana rastî tu qedexebûnê jî nehatine. Îroj musîbeteke gelek giran di erdnîgariya misilmanan de heye. Kujer dibêje; “Ellah û Ekber, yê tê kujtin jî dibêje; “Lailahe îllellah!” ev musibeteke mezine.”

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.