banner113

Şoreş Divê

Di civakên Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û bi taybet jî Kurdistanê de tund û neheqiya li ser jinê, pirsgirêka jinê tê binavkirin. Dibe ji aliyê gelek kesan ve sedema vê yekê dînê îslamê bê dîtin.(jixwe jî sedem îslam tê dîtin) Teqez gelek kes wê min neheq bibînin lê li gorî min sedem ne îslam e, bêîslamîbûn e. Pir bi rehetî ez dikarim bibêjim; kesên dînê îslamê sedemên çavkaniya tund û neheqiya li ser jinê û şûndemayîna civakê dibînin, di derheqê îslamê de tiştekî nizanin. Dema ku van civakanan li gor zagon û sinca Qur’anê, ayet û hedîsên pêxember û şerîeteke heqîqî bihatana îdarekirin wê çaxê dibû ku me bigota sedem dînê îslamê ye. Di şert û mercên îro de tu rêveber nikare wek Hz. Ebû Bekir rast be û xwedî feraset be, tu rêveber nikare wek Hz. Omer xwedî edalet, dilrehm û dilnizm be. Berevajî rêveberên niha dema ku deveyeke dewletê winda dibû xew bi çavên Hz. Omer nediket. Dema ku kesên birçî hebana xwarin di ber wî re nediçû. Em van mînakên bi vî rengî ji bo gelek sahabeyan dikarin zêde bikin. Lêbelê em dikarin bi rehetî veya jî bibêjin, sedem musluman in, lê teqez ne îslam e. Mixabin kesên li ser navê îslamê tev digerin û tu eleqeya wan bi îslamê re tuneye xisareke mezin didine îslamê û civaka muslumanan. Ji ber vê pirsgirêk mezin e, pirsgirêk pirsgirêka insan e. Ji ber ku li ser navê îslamê jin tê îstîsmarkirin pirsgirêk di stûyê zilaman de dimîne. Lewre ev civakên ku em behsa wan dikin ataerkîl in. Hêz û biryar di destê zilaman de ye û di her derê de hukmê zilaman derbasdar e. Ji ber vê pirsgirêk di zilam de ye, di nerîna wî ya li jinê û jiyanê de ye. Ji serî de divê ev bê guhertin û sererastkirin. Hetta ku jin azad nebe, perwerde nebe, di rêveberiyê de cih negire û bi destê wê civak û jiyan derbas nebe aşîtiyeke tam, edebiyateke hêja, hunereke têkûz û jiyaneke bisinc dernakeve holê. Li aliyê din îslam jî xelas nabe û di nerîna dinyê de xwe paqij nake.
Zilamên ku jinê wek qerwaş, cariye û hêsîrên xwe dibînin, berî her tiştî ji însaniyetê dûr dikevin, alaqa wî bi îslamê re jixwe namîne. Berî her tiştî jin diya me, metika me, xweha me, xaltîka me, qîza me û hevala jiyana me ye. Zilamên wiha fahmkor niha dibêjin qey ku jiyana xwe û dinyaya xwe bi awayekî wekhev bi jinê re par vekin hizûr û heyat ji wan re namîne. Ji ber vê van zilamên lawaz ji jinê pir ditirsin, bi qasî tirkên ku ji kurdan ditirsin ew jî ji jinê ditirsin. Ji ber vê naxwaze biryar ji destên wan derkeve. Ji ber vê di Rojhilata Navîn de ne tu şexs û ne jî tu civak û dewlet ne azad in. Jixwe nexweşiya mezin ne hêsîrtî ye, pirsgirêk û xerabiya mezin ku meriv ne azad be jî, xwe azad bihesibîne û ji bo xelasbûnê hewcedariya berxwedanê nebîne. Yanî dîlbûna bi daxwaza xwe, ya herî pîs û xeter e, lewre azadîbûneke rasteqîn bedelên pir giran dixwaze. Jixwe ji ber vê herî kêm ev sed sal e, civaka kurda bedelên mezin dane û dîsa jî nikare azad bibe.
Mixabin ji ber kurdên Tirkiyeyê jî bi makezagona vê dewletê tê îdarekirin wek tirkan, kurd jî heta qirikê ketine sergoyekî. Pirsgirêk pir mezin e. Îro li Tirkiyeyê, nexweşî û nebaşî ketiye hestiyê saziyan, bi guherîna çend rêveber û pergalê pirsgirêk çareser nabe. Dema ku bingeha vê komarê hatiye avêtin bi zilm û zor û neheqiyê hatiye avêtin, ji ber vê, divê ji kokê, ji serî, ji mejî û bi temamî her tişt bên guhertin. Berê, di salên 1960 û 1970ê yan de şoreşger û çepgiran bi tîpên mezin li ser dîwaran sloganên wek ‘’şoreş divê’’, ‘’ ji şoreşê pêv tu rê nemaye’’ dinivîsandin. Bi rastî jî Îro, li Tirkiyeyê divê şoreşek pêk were, şoreşeke gelekî mezin. Û ev hewcedariya şoreşê ji her demê bêtir derdikeve holê, heçku her ku dihere rizandin û genîbûna civakê zêdetir û firehtir dibe. Ji ber vê jî her ku dihere, qelen û bedêlên şoreşa ku bê kirin jî girantir dibe.
 
Evdal Baqî

YORUM EKLE