banner113

PÊWÎST E HER KURDEK WELATPARÊZ BE

Pêwîst e her Kurdek, berî her tiştî welatparêz be û duvre heskirina partî û hêzên xwe berbiçav bike.
Berîya her tiştî ger em Kurd, ji hevdû re, ne dixs bin û ne jî çavnebar bin. Ger bi her serkeftîyên hev, em serbilind û kêfxweş bin. Evaya rastîyek herî girîng e; ku em yekitîya xwe pêk neynin, kes guh nadin me û tu daxwazîyên me û hêz û rêxistinên me jî cidî nagrin.

Bi rastî, yekitîya Kurdan jî, pir hêsan e; ko dev ji nebxa xweyî kesayetî berdin û hew li ser çend tiştên bingehîn de, ew li hevkirî bin bes e. Wek yekitîya sitatuya Welat, yekitîya Al û yekitîya Sirûda Netewî de, bi sitratejîyek yekalî biryar dayî bin û di her nerînên xweyî polîtîk de jî, bi baverîyek netewî analizên xwe bikin û demoqrasîyê ji bo herkesi mafekî ferz qebûl bikin, tu problem û tu kêşe di nav wan de dernakeve.

Her partîyek dibe hilweşe û her serokê wan jî dibe bimre û her fikir dibe bête guheradin; lê Welat û Al û Sirûda Netewî, wê hetaûheta û her dem bende xelaskarê xwe bin û di dilê wan de bijî. Heta yek Kurd li ser rûyê vê xakê bijî, doz û xwewna dewletbûyîna Kurdistanê, wê dilê wan de her zindî be. Bila dijî vê xwewn û xeyalên me, tu kes û tu hêz, tu hesaban nekin û nekevin nav tu lîstikên bi kirêj.
Di Kurdîstana Rojava de jî, di nava Kurdan de tevlîhevî yek heye û sedema wê jî ne welatparêzî ye, lê xweparêzî ye. Me re, tevgerê her partîyan binere û peyv û ramanên perpirsiyarên wan, di vidyoyên di internetê de zîz dibin, bi mejîkî xweser me re li wan mêze bike û bi aqîlane baş rexne bike; me rê, rewş û rolên wan xweş bibîne, ka, kî û kîjan partî li ser çi rêçê de ye; yan jî kî û kîjan ji wan bi rejîmê ve hê girêdayî ye û kîjan ji wan bi netewî tevdigere yan jî, hew berjewendîyên xwe û partîya xwe tene diparêze wê baş zelal bibe. Kî çi rexnê li ên himber xwe dikin; em binerin ka ew rexne, ji wanê din hê pirtir ew heq dikin, yan na.

Pêwîste ji her çar perçeyên welêt, her partî û hêzên Kurd, bi hevalbendî û bi her cûre alîkarîyan de mudaxilî pêşeroja Kurdîstan a Rojava bibin û kes ji kesî re astengîyan dernexin. Her perçeyekî welat, ji her Kurdekî welatparêz re, dê bibe weke qada netewî û tekoşîna azadîya netew. Ku her Kurdek, ked û desteka xwe bide ew perçeyî, ji bo bi hêsantir rizgar bikin. Di nav her netewî de, pêwîst e, ji her rengî û her bawerîyan de rêxistin hebin û ên nêzîkî hev jî bikaribe tîfaqan û yekîtîyan bi hevdûre çêbikin. Di nav netewekî de, bi yek partî û bi yek aydîlojîyayê, tu demoqrasî pêk nay; lê dibe, hew dîktatorîyekê bi xwe re bîn e. Ma ji xwe, gazind û berxwedana gelan jî, ne li himber dîktatorîyan derketin e? Ji bo dîktatorîya birûxîne û demoqrasî û azadîya gelan werîne şûnê.

Ko Tirkî ji dîktatorîya Kemalîst, ev 90 sal e kêşeyek çawa bi xedarî dikşîne û em jî, herî mexdûrê wê nin. Pêwîst e, em jî, ji wê tecrûbeya wanî xeternak û dîrok reş, dersê derxînin û ji bo demoqrasîyek rasteqîn re, em pir deng û pir rengî bin. Em jî, îdin aydolojîya yek serok û yek partîtîyê deynin hêlekê û em demoqrasîyek rasteqîn û hemdem bipejirînin.

Xwanê ye hinek dewlet û hêzên tarî, naxwazin Kurd bigihên hev û yekitîya xwe bi hêsanî ava bikin. Ji bo dijîtî di nava Kurdan de derkeve û Kurd hîç li hev nekin; devletên dagîrgerên herêmê û dewletên mezin ku  berjewendîyên wan di Rojhilata Navin de heye, çi fesadî û tevlihevî ji destên wan bê, dikin û wê her bikin jî.

Ew lihevhatina li Hewlêr çêbûye bila kes wê binpê nekin. Bila tu hêz û partî Desteya Bilind ji xwe re neke sîwan û li ser navê xwê tene her biryarê bi sere xwe nedin û partîyên din tunne nebîn in. Li pê hesabên biçûk nekevin; ew mantiqê, “bila biçûk be û bila giştik ya min be” mantiqekî vala ye û pûç e. Divê Kurd hevdû nasbikin û rêzê ji hevdû re bigrin. Pêvajo, ji Kurdan re yekitî û hevgirtinkê dibêje. Hevgirtin û yekbûna Kurdan çi qas girîng be, ewqas jî pîroz e.

Ma, a herî girîng berjewendîya şexs û partîya me re ye; yan jî berjewendîya welêt û gelên me re ye? Qey fedakarî ewqas pir zor û zehmet e? Ji bo çi, em xwe û partîya xwe li ser welat û gelên xwe ferz dikin? Ferz, welat e, ne partî ye! Ferz, netewe û gel e, ne şexs in! Lazim e, em van tiştan ji hev derxîn in. Em aqil û mejîyên xwe tevlîhev nekin. Em kûr û dûr û berfireh bihizirin û biponijin; ku, ka rastîya me çi ye û ka şaşitîya me, di kude de ye?

Ji bo nav û statuya Kurdîstan, ji bo Ala Rengîn û ji bo Sîrûda Netewî, yanî, ji bo hestên netewî bibe bingeha nerînên her Kurdekî û ji bo berxwedanek wateyî re, pêwîste ewil ji nav PKKyîyan rewşek bi hêz derkeve holê. Çimkî ew di vî perçeyî de hêza herî sereke ye. Guherîna demoqratîq û ya herî bingehîn, dê ji wan hêvî bibe. Emê binerin ka Apocî xwedî çi irade nin; yan jî ka çi qeysî welatê xwe di parêz in û ji bo demoqrasîyek rewa, ka çi qeys demoqrat in, bila diyar bibe.

Di rojê de, pirsgirêka Kurdan çi ye? Pirsgirêka Kurdan, a herî mezin ji rexna re derî girtîbûn e û ji xwe rexnekirinê re tunnebûn e. Hema, ko rewşenbîrek, ji bo rexnekirinekê devê xwe vebike, hew dimîne, hêlên ku rexne li wan dibin, tê ku ew rewşenbîrî bişuhurîn e û bihetikîn e. Ango ji bo qet rexne li wan çênebin.
Ma hêzek, yan partîyek, bi şîara "yek parti, yek serok, yek nerîn" a xwe, li ser netewekî û hemî partî û hêz û rêxistinên wî gelî de ferz bike, qey pir rewa ye û yan jî, ew çawa demoqratîk dibe?
Rexne kî dike bila bike; a herî girîng, ne xwedanê rexneyê ye, rastîya rexnê ye. Ko me re, ji rexna re girtî be, îjar ji bo em ji rexnê û rastîya wê birevin, emê xwedanê rexnê bilewitîn in û bişihurîn in. Lê bi vê babetê rexne pûç na be û rastî jî holê wenda na be.
Ka rexne çi ye û ji bo çî ye? Rexne ew e, ko kêmanîya dostên me he be, bi rêya rexneyên xwe, em wan rast bikin û wan temam bikin. Di ser rexnan de, em bes hevdû biêşînin û enerjîya hevdû bi berhewa de tunne nekin. Pêwîst e, em ewil hevdû nas bikin û duvre, di kêmasîyên xwe de em hevdû şîyar bikin û di rexnê xwe de em hevdû temam bikin. Ji bo tekoşîna ji ber egoyî û kesayetîya xweparêzî, li qada hevaltî û cemawerîya me de cih negre û çi di warê vê babetê de hewlên ko çêbibe jî, bila vala derkevin.
Pêwîst e her Kurdek welatparêz be û ji bo yekbûn û hevgirtinek rasteqîn hewl bidin û bi hevre têbikoşin. Ji bo li himber neyara em biserkevin.

Hun her serkeftî, şad û bextewer bin.

M.Nazım Güler -21.12.2013
[email protected]

YORUM EKLE