Min Îman Bi Rebê Xwe û Pergala Wî Anî

Ez li şopa kalikê xwe Adem im û min îman bi Rebê xwe anî. Min bi pergala Rebê xwe jî îman anî. Wî pergalek ava kir û me jî kir endamên vê pergalê. Di vê pergalê de ez tiliya xwe bilind dikim û ez Rebê xwe yek didêrim.

                Li her aliyî mezinaya wî tê xuya. Di afirandina roj û stêrkan de, di afirandina jiyanê û mirinê de, di afirandina xwezayê, bihuşt û dojehê de mezinaya Rebê me tê xuya. Min îman bi mezinaya Rebê xwe anî. Ê ku mirovan cur bi cur di azmûnan de diceribîne ew e. Ê spasiya şukurdaran dipejirîne ew e. Ê zalim û kafiran ceza bike jî ew e. Em her jê re îbadetê dikin û em her jê alîkariyê dixwazin.

                Li ser rûyê erdê her car têkoşînek heye. Têkoşîna yekdêriyê û têkoşîna kufrê. Di vê têkoşînê de her car ez li alî Rebê xwe me. Bi Hz. Adem, bi Hz. Îbrahîm, û bi Hz. Mûhemmed(s.x.l.) re me.

                Hîna rojên ewil bûn Xwedê bavê me Adem afirand. Jê re hevalek jî afirand bi navê Hewa. Zarokên wan çêbûn, zêde bûn.

Ji tiştekî xweşik bû Adem. Tiştekî ku her tiştî di xwe de dihewîne. Ji axê. Û li ser afirandinek xweşik çêbû kalikê me Adem. Lê Şeytên di fermana sicûdê de emrê Xwedê neanî cî û xwe mezintir dêrand li hember Adem. Şeytan ew û zarokên wî ji xwe re dijmin hilbijart. Bi xapandina wî, malbata wî û zarokên wî biliya. Şeytan ji xwe re ev kir kar. Hela em binêrin di dûdirêjiya mirovahiyê de bê çi bi serê mirovî tê. Bê ji xwe re gulistanan ava dike yan xwe di kortalan werdike.

                Birastî, goncalên pir kûr hebûn û feqên pir bi xeter li pêşiya Adem û zarokên wî vedayî bûn. Ji bo, wan ji van rewşan haydar bike Xwedê Adem pêxember hilbijart li ser zarokên wî û ji bo zarokên dûre jî pêxemberin nû bi peyamên nû dişand. Têkoşînê domand. Pêxemberan nûnertiya îmanê dikirin û Şeytên jî karê xwe dikir, rêyên xerabiyan şanî wan dida.

                Ehlê îmanê ji qenciyê hez dike. Ehlê îmanê xwe ji tiştên kirêt û şer dûr dixe. Xelata wan jî mezin e. Cur bi cur nîmetên Xwedê ne.

                Lê yên Xwedê înkar dikin, jê re hevparan çêdikin û di şopa Şeytên re derin ji wan re jî şewat heye.

                Îman. Asta mirovan bilind dike. Wan nêzî Xwedê dike. Wan ji azarên dojehê dûr dixe û bihuştê nêzî wan dike. Derfetên mezin dixe destê wan. Wan dike ji şanazên rojên bên.

                Li ser vî rûyê erdê ez li kafir û zaliman şaş mame. Qey qet azara dojêhê nînin ber çavên xwe. Qey li xweşiyên bihuştê nafikirin.

                Ser rûyê erdê di nav dixanê de ma. Tev ji ber Xwedênenas û zaliman. Meytê Pitik Aylanan tev ji ber wan li peravan dixin. Ev e berhemê bêîmaniyê. Şewata dojehê…

                Lê mebesta me ne şawata kafiran e. Mebesta me ew e ku dinya ji zilma wan xelas be. Mebesta me ew e ku em bibînin wa dinya gihaşt rojên xweş. Xwedê hey heyfa kesî ji kesî re nahêle.

                Em gihaştin dawî. Bêyî silav derbas nabim. Berê Pêxemberê xwe Hz. Mûhemmed bi silava Xwedê silav dikim û dawî ji kalikê me Adem û heta niha yên xwedî îman.

                Ez bawermend im û ji bawermendan hez dikim. Heza min ji pêxemberên şandî, Meryem, Ebûbekir, Umer, Usman, Elî û ji şopînerên wan re ye.

 

Îslameddîn DEMİRKAYA, Wêje, Îman, Kewçêr, 2015

YORUM EKLE