Arşîta Bipêl Xisarek Mezin Dide Cotkaran

Ev çend sal e li Berîya Mezopotamya ya dîrokî ku navenda cotkarîyê ye, arşît astengîyên herî mezin ji cotkaran û pîşekaran re derdixe. Ev astengîn di pêvajoyê de dîbe xisarên gewre. Wekî tê zanîn ku cotkaran li deverên wekî Qoser, Nisêbîn, Dêrik, Wêranşar, sirûç bi derfetên xwe erd qelaştîye hetanî 4 sed metreyî û avê dikşîne ser rûyê erdê.

Arşîta Bipêl Xisarek Mezin Dide Cotkaran

 Cotkar bî vî awayî zevîyên xwe av dide. Lê pir derbas nebû xweşhalîya cotkaran xera bû. Pêşîyê dewletê bi milyaran fatore ji cotkaran re derxist. Rebenê cotkaran hat qonaxekê ger erdên xwe bifrota jî nikarîbû deynê dewletê bide. Bi sed milyaran deynê wan ket ser hev...

Niha jî dewlet arşîta ku cotkar pê avê ji bin erdê derdixîne pêl pêlî dike. Arşît bi vî awayî tê sifirê û radibe 4 sed watt î. Ev rewş bi zanetî çêdibe ji hêla şîrketên arşîtê ku bi dewletê ve girêdayîne. Armanc alavên cotkar û pîşekaran bişewite û bêne xesirandin. Di van salên dawî de bi hezaran dalgiçên (Aletê avê ji bin erdê derdixe) cotkaran û alavên spî yên malbatan hatîye şewitandin. Alavên nû tên şewitandin û fîrma ji ber vê yekê wan naxe nava mîsogerîyê. Ji ber vê rewşa kambax gelê herêmê jî bi her awayî bertekên xwe nîşan dide. Çend roj berê cotkarên herêma Derikê bi terextoran rêya Îpekê bi qasî seetekê girt da ku dengê xwe derxe. Dûre gelê Qoser xwepêşandanek li dar xist, nêzî 5 hezar kes beşdar bû. Di vê xwepêşandanêde bi dîrûşmeyan îstîfa serokvezir û vezîrê vejenê hat xwestin. Bimri Tarîtî Bijî Ronahî, Em Baca xwe didin Em leşkerîyê jî dikin lê ev cudatî çi ye? Morîka Erdoxan li Qoser Vemirî…dîrûşmeyên wisa hat avetin. Binêrin cotkar Mahmut Aksoy (Ji Menteşîya Jor e-Dêrik) çi dibêje:

“Hûn dibînin min ev dalgiça nû kiriye. Din ava mehekê de du caran arîze daye. Cara duduya şewitî. Her ku em dalgiç derdixe û dîsa dixe cîhê wî 2 milyarê me dîçe. Ya girîng nêzî hefteyekê çandiniyên me bêav dimîne. Ji xeynî van pêlên dî arşîtê de rojê 4-5 seetan jî arşîtê dibirin. Bi ya min dewlet bi zanetî û ji qazî l ime wisa dike. Tê xuya kirin ku gelê herêmê ji çavê xwe avêtîye.”

Hostayê dalgiçan Mehmet Şêrîn Aktaş jî wisa dibêje:

“Ji ber  ku arşît wisa astengan ji cotkaran re derdixe, mehê nêzî sed dalgiç dişewite. Îdî em nema karin dalgiçan din ava 2-3 rojan de derxin. Cotkar ji ber vê yekê dikevin dorê. Lewre ev derengî dibe xisarek herî mezin ji bo cotkaran. Arşît ji nişka ve kêm û zêde dibe alavên gel dişewitin. Cotkar nikare tevdîrekê bivîne ji vê xeterê re. Divê dewlet vê pirsgirêkê ji holê rake, tu rêçên din tune.”

Ji ber vê rewşe arşîtê li Nexweşxaneya Dewletê Ya Qoser, nûjdar di emelîyatan de dijwariyê dikşînin. Pîşekar karên xwe gelekî bi zehmet didomînin.

Berdevkê Qonseya Bajêr Aslan Başboxa di dawîya xwepêşandanê de “Ev çalakîya hişyarîyeke em didin rayedaran. Di pêşerojeke nêz de gavavêtin çênebe emê çalakîyên tundtir li darxînin.

Faraç ÇOBANOĞLU/MÊRDÎN

Güncelleme Tarihi: 01 Ağustos 2012, 16:40
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER