Çend Risteyên Nevzat Çelik

Di vê dewr û heyama qirêj de, bi gelemperî, ku neheq be jî, her kes piştgiriya kesên xurt û dewlemend dike û kesê mafdar, belengaz û feqîr jî her tim, di ber lingan de dimîne. Îro, li dewletên wek Tirkiyê yên ku ji alî demokrasî, wekhevî, biratiya gelan, mafê mirovan û şaristaniyeke humanîst pêş de neketine, heq pir tê xwarin, hiqûq hatiye binpêkirin û hew kesê xurt diparêze û makezagona ku hatiye nivîsandin tenê li ser kaxizê dimîne. Di dewletên ku bi destên dîktatoran tê îdarekirin û yên ku desthilatdarî ji bav derbasî law dibe de, ev rewş û encam tê fêhmkirin, lê li dewletên ku sindoqa hilbijartinê tê danîn û her kes li gor dilê xwe desthilatdar, serok û serokwezîrê xwe  dineqîne çawa dibe? Di vir de meriv dikare serî li F. Nietsche bide, ku gotiye; ‘‘Kesê nezan nikare yê baş hilbijêre, ji ber ku nizane baş û xerabiyê ji hev derxe û bipejirîne. Çawa ji yekî ku nizanibe nivîsandin û xwendinê, meriv jê re bibêje, ‘tu dixwazî kîjan kitêbê bixwînî?’ tişteke pûç û vala ye, ji yekî cahil û nezan jî meriv bibêje, ji xwe re serok û serokwezîrê xwe hilbijêre, tiştekî pûç û vala ye.’’ Bi vî rengî F. Nietsche tespîta xwe kiriye. Tiştekî din, ku divê em dest nîşan bikin jî ev e; ji aliyê kemiyetê,  pirxwestina tiştekî, rastbûna wî tiştî rê me nade. Fikrek, dibe ku ji tu kesî neyê pejirandin jî, ev jî, nerastbûna wê şanî me nade. Lewre îro, li vê dinyaya ku bi tevnên kapîtalîzmê hatiye dorpêçkirin, însan li bêrîka xwe pêv li tiştekî din nanere. Ji ber vê ku timayî di rastî û heqiyê de be, wê her kes, bera dû de, lê ku timayî di xerabî û nerastiyê de be jî wê her kes bera dû de. Ji ber vê kesên ku rast û baş in, divê gelekî di ber xwe de bidin û bişuxulin, ji ber ku ji aliyê kemîyetê reqîb û dijber nayê jimartin û pir xurt bûne.
 
 
Meriv li gor çi aliye xwe dineqîne. Divê baş dizenibe ku însan xwehez e. Xwehezbûn nankoriyê bi xwe re tîne. Ji ber vê meriv li gor berjewendî û menfaetan xwe dide aliyekî. Ji bo çi însan dibêjin ez bi Xwedê bawer im û dîsa jî bê emriya wî dikin, ji rê derdikevin û makezagona wî binpê dikin. Ji bo çi însan berjewendiyên xwe yî dinyaya baqî bi ya fanî û demborî diguhere? Ji bo çi însan bihuştê difiroşe û dojehê dikire? Dema ku ji axret, edaleta îlahî, hebûna bihuşt û dojehê bawer neke, yanî ateîst be meriv fêhm dike, lê yekî ku baweriya wî bi van tiştan gişa hebe, çawa wiha nerast û nebaş tevdigere û dijî? Lewre însan ji aliyê çêkirina xwe materyalist e, bûjen e, ji ax û û heriyê hatiye çêkirin. Ax û herî taybetmendiyên yên vê dinyê ne, lê bihna Xwedê û ew maneviyat hîtabî ya wiyalî dike. Ji ber vê însan ji ber ku bûjen e bi tiştên bûjen ve digire. Tiştê ku bi çavê serê xwe dibîne bêtir kêfa wî jê re tê. Ji ber ku bi tîbûnê tê îmtîhankirin dilopeke ava ku devê wî şil dike nade bi oqyanûseke ku bi çavên serê xwe nedîtibe û dûrî xwe. Şîreta încîlê pê tînin û dibêjin; ‘’ Sê çivîkên ku di dest de, çêtir in ji yên li ser şaxa darê.’’ Yan jî gotineke pêşiyan yê tirkan dibêje; ‘’ Kerê kop û bêkêr yê tewlexanê, çêtir e ji hespê ku beredayîye di mêrgê de.
 
Nevzat Çelik, di helbesta xwe yî ‘‘Du Şertên Itîrazê’’ de sekneke şoreşger û berxwedêr pêşniyarî me dike. Ez dixwazim çend risteyên vê helbestê yên ku min wergerandiye kurdî, parvekim.
 
 
Xuyaye ku em ne pir in
Em ne li aliyê yên ku pir in
Em li aliyê ku pir in nasekinin
Mê li Tirkiyê bibin kurd
Di kurdan de ermenî
Di ermeniyan de suryanî
Mê herin li Elmanyayê bibin tirk
Li Holandayê sûrînamî
Li Fransayê cezayîrî
Li îranê azerî
Mê li Emerîkayê bibin zenciyê reş û tarî
Di zêdebûna zenciya de teqez mê bibin ên çermsor
Li îsraîlê filistînî.

YORUM EKLE