Ber Bı Şıyarbûnekê Ve

 
Bi gelemperî kurd, ne dîroka xwe û ne jî dînê xwe(îslam) baş dizanin. Yekî ku dîroka xwe baş nizani be neteweperwerekî baş jê dernakeve, yekî ku dînê xwe baş nizanibe wê zirarê bide xwe û dînê xwe. Ji xwe pergala ku hatiye danîn jî muslumanekî nîvco dixwaze, yekî ku dûrî ji heqîqeta Qur’an û hedîsên pêxemberê me be, her tim dikarin li gor îdeolojiya xwe ya yî siyasî bistirên. Ji bo wan, ji aliyê siyasî ve yên herî bi xeter kurd in. Li Turkiyeyê hew kurd xwedî potansiyela serhildanê ne.  Ji ber vê jî her tim hesabê xwe li ser kurda û têkbirina wan dikin. Mixabin kurd ne çand û dîroka xwe yî dewlemend dizanin û ne jî dînê xwe. Ji ber ku bingeheke wan tuneye her kes pir zû bi çend gotinên navê Xwedê û pêxzember wan ji rê dibin û wan dikin peyrewên xwe. Kengî ba ji kî de were, wê serê vala bi hêla xwe ve bitewîne.  Montaîgne di berhema bi navê ‘’Cerebe’’de wiha dibêje: ‘’Dema ku hûn li zevîyekî genim biçînin, hûnê genim jê biçinin; dema ku hûn ceh biçînin, hûnê ceh jê biçininin û niskan biçînin jî hûnê nîskan jê biçinin. Lê dem ku hûn zêviyê xwe vala bihêlin û tovên tiştekî navêjinê, wê ji her tiştî hinek jê şîn bê, lê hûn tiştekî nikarin jê hilînin. Wê genim jî şîn bê, wê ceh jî şîn bê, wê çewder û sed gihayên din jî yên biyanî jî şîn bên, lê tu hesad dernakeve holê.’’ Kurd jî wiha ne, tu carî li ser fikrekê nebûne yek. Her kesek seriyek kişandiye, rastiya her kesî cihê cihê ye. Ji aliyê çand, huner û jiyana taybet ev cihêtî dewlemendî ye, lê ji bo gelên bindest jî xetereya herî mezin. Mixabin ji nezaniya kurdan îstifade dîtine û hetta ji destê wan jî hatiye navbera wan bi vê nezaniyê vekirine. Her kes pir hêsanî ji tiştên ku jê hez dike tê dere. Ji bo kurdan jî ev riya têkçûnê dîn e. Heçku pir bi hêsanî tê îstîsmarkirin.  Partiyê ku bi sloganên îslamî hatin avakirin pir hêsanî kurd xapandine û wan dotine. Wek Partiya Milli Selametê, Partiya Refahê, Partiya Seadetê, Partiya Fazîletê, AKP, Hudapar û hwd. dîn wek feqekê, wek afyonekê bikar anîne. Me di sala 2012’an de li ser navê kovara ‘’Mardîntime’’’yê bi Altan TAN’re hevpeyvînek pêk anî. Altan TAN’ê ku di nava siyaseta serdestan de keliyaye pir baş wan nas kiriye, wiha digot ji me re;’’ Necmettin ERBAKAN, li kurda siwar hat, îşê wî bi wan xelas bû pê’nek li qûna wan xist, niha jî Tayyîp Erdoğan, li kurda siwar tê û kengî îşê wî bi wan xelas dibe pê’nekê li qûna wan dixe. ‘’
Bi qasî kurd bi îslamê hatine xapandin, bi tu tiştekî din ve nehatine xapandin. Sedema vê yekê jî wek Bedîzzeman destnîşan kiriye hew ‘’nezanî , nezanî nezanî’’ ye, ne tiştekî din e. Kurdekî ku ji aliyê zanista îslamê têr baya, ne diket vê rewşê. Kurdekî ku hayê wî ji ayetan hebaya, hayê wî ji hedîs û jiyana pêxemberê me hebaya, kurdên ku hayê wan ji alim û zanayên wek Xanî, Cizîrî, Koyî, Axtepî û hwd. hebûya ne diketin vê rewşê. Mixabin, ev nezanî h3in berdewam e. Hinek kurd hene ku tu dibêjî qey Tayyîp Erdoğan wan kiriye musluman, ji wan heye ku kurd, di sala 2002’an de bi avakirina AKP’ê re bûna musluman. Nizanin ku kurd 1400 sal berê û berî tirk’an jî 200 salî, di zemanê Hz. Omer de bû ne musluman.
Piştî edebiyata klasîk, nûnerên  edebiyata kurda ya nûjen jî bi ruhekî kurdeperwer tev geriyane û bal kişandine vê rewşê. Alim û helbestvanên kurdan xwe ji vê rewşa gel berpirsiyar dîtîne û di nivîs û helbestên xwe de kirine wan şiyar kirine. Di helbest û nivîsên xwe de, helbestvanên wek Koyî, Rehmiyê Hekkarî, Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Evdila Cevdet û hwd. Helbestê bi vî rengî nivîsîne. Herî pir jî Koyî, Cegerxwîn û Osman Sebrî di helbestên xwe de bal kişandina ser xapandina bi şêx û mela û xwestine gel ji toq û zincîrên kup ê hatine girêdan xelas bikin. Şêx û meleyan gel di xew radikirin û xwestina azadiyê û serxwebûnê dijî îslamê destnîşan dikirin, gel jî ji ber cehaleta xwe bera dû wan didan. Gelê Kurd, heqîqeta îslamê fêhm nekiriye û bi îslameke sexte tevgeriyaye.  Gelê Kurd, bi îslama ku  dijî xulamtî, bindestî, hêsîrtî û zilmê derdikeve nehisiyaye û serê xwe ji zilmê re daniye. Gelê Kurd bi îslama ku xwediyê ruhekî şoreşger û berxwedêr e jî  xwedî derneketiye û  li mîrasa pêxemberên ku neheqî û nebaşî qebûl nedikirin xwedî derneketiye. Helbestvanên ku peywira xwe yî ronakbiriyê bi kar anîne û di helbestên  xwe de bal kişandine ser vê xalê.
Di dîwana xwe yî bi navê ‘’Şefaq’’ de wiha dibêje Cegerxwîn:
‘’Welatê şêran
Ketiye destê rovî mişkan’’
 
Remezan Alan, di berhema xwe de dibêje, di vê helbesta Cegerxwîn de rovî, şêx û mela; mişk jî, beg û axayan temsîl dike.
Osman Sebrî jî di helbesta xwe yî bi navê ‘’Hêviya Nuh’’ de wiha dibêje:
‘’Min xaç û pûtên xwe wekî îbrahîm şkandin
Ez bûm bi serê xwe
Min şêx û mela, sofî û derwêş qewitandin
Ji pêşî derê xwe.’’
 
Di helbestên Kurdî de bi vî rengî mînak pir in. Bi kurtayî ev sed sal e, helbestvan û rewşenbîrên me kurdan şiyar dikin û dibêjin; ‘’ Bila we bi dîn nexapînin,şêx û mele, axa û beg zilamê dewletê ne û ji bo berjewendiyên xwe yî şexsî, azadî û xelasiya gel feda dikin, îslamê li gorî menfaetên xwe yî siyasî diguherînin.’’ Lê em zanyarên heqîqî cihê dikin û zanayên wek Xanî, Cizîrî, Axtepî, Şêx Seîd, Bedîuzzeman û hwd. Ji nav vana derdixin. Lê piştî van tiştanan em vê tesbîtê dikarin bikin: Rewşenbîr û helbestvanên me kezeba xwe reş kirine,  lê kurd nebûne yek û perçe perçe hatine daqurtandin. Peyveke tirka heye dibêje, ‘’mûsibetek ji hezar şîretî çê tire.’’ Qey ji kurdan re bi ‘’dîtina çavê serê xwe’’ lazim bû. Îro kurd piçekî şiyar û wek tiştek fehm kiribin. Meriv dibêje qey bi xêra DAÎŞ’ê dîtinek qewimî û hat fêhmkirin, her yê ku bibêje ‘’Allahû Ekber’’ armanca wî ne îslam û başî ye. Alimên mey î heqîqî rêya rast rê me dan û di berhemên xwe veya anîn ziman, lê zedeyî sed sal e gel wan çep fehm kir. Va îro DAÎŞ wan tîne ser hev û hişê wan tîne serê wan, him jî bi navê îslamê û slogana ‘’Allahû Ekber’’ ev îroniyeke pir mezin e. Ya bi xêr.   

YORUM EKLE