Armanca Wergera Helbestê


Di bingeha armanca wergerê de xwestina naskirin û fehmkirina yên din heye. Werger bixwe xwesteka gihiştina zanist û agahiyên din e. Jiber vê werger bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Ji ber çi em dibêjin bi qasî çêbûna însên kevn e û emir kiriye? Ji ber ku werger ne bi tenê ji nivîsê tê kirin, di dinyaya çand, edebiyat û zanistê de wergera ewil û ya herî pir bi zimanê devkî hatiye kirin. Bi zanebûn yan jî bi nizanî bi sedemên rêwîtî, koçberî, bezirganî, mêtinkarî, şer û hwd. destan, çîrok, gotinên pêşiyan li hemû dinyayê belav bûne û hatine wergerandin.
Kesên ku bi zanetî û bi dilekî rast dibêjin ji temelê xwe helbest nayê wergerandin, bixwe helbestvan in, li ser vê gotin û baweriya xwe jî, ji bo çi helbestvanan ji dev wergera helbestê bernedane û bixwe helbest wergerandine. Orhan Veli Kanık li ser vê mijarê wiha dibêje: ‘‘Helbest, dixwaze bila bê wergerandin, yan jî bila neyê wergerandin, dema ku helbestvanek bixwaze wek helbestvanên welatekî din bibihîze, tiştên ku ew difikirin bifikire û şêwazên wan bi kar bîne, dibîne ku derfetên bi wergerên dikevin destên wî bi tu awayên din nakevin destên wî.’’ Li gor vê tespîta Orhan Veli, meriv dikare bibêje ku di her şert û mercî de, ji wergera helbestê îstîfade tê kirin.
Ne gengaz e ku her kes hînî zimanên dinyayê gişî bibe. Dema ku werger tunebûya wê edebiyata dinyayê ne di asta îro de bûya, berovajî rewşa îro, wê pir xirab û lawaz bûya. Bi xêra wergerê wêjehez û xwîner, derfeta xwendina berhemên giranbuha yên edebiyata dinyê bi dest dixin. Bi vê wesîleyê di nava însan, çand û welatan de danûstandin çêdibe û edebiyata dinyê geş dibe û dewlemendtir dibe. Gelek helbestvan û romanûs û nivîskar bi xêra berhemên ku hatine wergerandin dewla xwe yî wêjeyê tijî kirine û bingeha xwe yî rewşenbîriye xurt kirine. Ji ewil de helbest hatiye wergerandin û xwînerên dinyê, bi xêra wergerê, Homeros, Vergilius, Dante, Heyyam, Firdewsî, Hafız, Shakespeare û hwd. xwendine, wan naskirine û ji wan hez kirine. Ku em ji kokê ve fikra newergerandina helbestê biparêzin jî, dîsa, hetta ku em bixwazin helbest hatine wergerandin û bi riya wergerê jî be, gelek helbest ji aliyê xwînerên gelek zimanan ve hatine hezkirin. Di vê xalê de, hewce ye ku meriv wiha bibêje: Helbesteke hêja ya ku hatiye wergerandin, ji eslê xwe yî zimanê ku jêderk dûr bikeve jî, ji ber ku xwediyê aliyekî efsûnî ye, dîsa jî tesîrekê li ser xwînerên xwe dihêle. Ev rewşa ku bi awayekî erênî li ser navê edebiyatê derdikeve holê, dîsa jî hewcedariya wergera helbestê şanî me dide.
Sabahattin Eyüpoğlu, li ser werger û edebiyata gelan tespîteke bi vî rengî dike: ‘‘ Rastiyeke ecêb jî ew e ku, di dîroka helbesta neteweyan de, dewrên ku di wan de herî pir werger hatiye kirin, dewrên herî berhemdar û pêşketî ne.’’[1]Lewre, di van demên ku werger pir tên kirin de, ast û pileya helbesta dinyê tê pîvandin û bi wê re tesîreke erênî û mezin li feraset û çêja helbesta nû dike. Mesela, edebiyata tirkî bi wergerên helbestên helbestvanêndinyê yênnavdar fireh bûye û pêş de çûye. Dema ku helbestvanên tirk ên wek Ahmet Haşim û Yahya Kemal, helbestên fransî nexwendana, helbestên sembolîst ne dinivîsandin û tesîreke mezin li edebiyata tirkî ne dikirin. Ji bilî Cahit Sıtkı, kesên wek Can Yücel, Orhan Veli, Ahmet Muhip Dranas, Vasfi Mahir Kocatürk, Sabahattin Eyüboğlu û hwd. helbestvanên navdar yên dinyê wergerandine û edebiyata tirkî bi van wergeran geş kirine.Ji ber ku ji aliyê wergerê pêş de neketiye û hîna di vî warî de valahiyeke mezin heye, edebiyata kurdî ya zaravayê kurmancî, hîna nekemiliye û kêmasiyên xwe yî mezin temam nekiriye. Lê meriv dikare, ji bo edebiyata kurdî ya zaravayê soranî, behsa pêşketineke bi riya wergerê bike. Lewre Ferhad Shakely, di berhema xwe yî li ser çîroka kurdî de, derketina çîroka kurdî bi edebiyata Ewrûpa girêdide. Shakely, dibêje, çîrok, bi riya wergerê, ne tenê ketiye edebiyata kurdî, tesîreke mezin li yên rojhilata navîn gişî kiriye. Dû re Shakely, cih dide gotina Marûf Xeznedar ya li ser werger û edebiyata kurdî, ku wiha gotiye:‘‘Dema ku piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn, çîroka kurdî ya ewil hate nivîsandin, ew tecrubeya nivîskarên kurd tunebû, çavkaniya wan, bi taybet jî li Kurdistana Başûr, çîrokên ku bi tirkî hatibûn nivîsandin û wergerên çîrokên ku ji zimanên Ewrûpî yên ku bi zimanê tirkî hatine wergerandin bûn.’’ Meriv dikare heman tesîrê ji bo helbestê jî bibêje; lewre helbestvanên edebiyata kurdî yên zaravayê soranî û kurmancî jî bi riya wergerên helbestan yên bi zimanê erebî, tirkî û farisî edebiyata cîranê xwe û dinyê nas kirine û îstîfadeyeke mezin ji wan dîtine.


 

YORUM EKLE